Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Di çalakiyan de êrîşên polîsan a li dijî dayikan hat şermezarkirin

Xizmên windayan û Dayikên Şemiyê di çalakiya xwe ya vê heftê de êrîşên polîsan a li dijî dayikên ku li ber Girtîgeha Gebzeyê ji bo zarokên xwe yên ku li dijî tecrîdê ketine greva birçîbûnê nobedê digirin, şermezar kirin

Xizmên windayan û Dayikên Şemiyê çalakiya xwe ya heftane ya ji bo dîtina windayan û darizandina kujeran pêk anîn.

Xizmên Windayan û Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Amedê bi dirûşma ‘Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin’ di hefteya 532’emîn de çalakiya xwe li avahiya komeleyê li dar xistin.

Dê têkoşîna dayikan bi ser bikeve

Sekreterê OHD’ê ya Amedê Aslan Acer di çalakiyê de axivî û wiha got: “Em mafê jiyanê diparêzin û em ê parastinê dewam bikin. Bi qedexekirin çalakiyên xizmên windayan dê tu encamê bi dest nexin. Ji bo rakirina tecrîda li Îmraliyê bi hezaran girtî di greva birçîbûnê de ne. Rewşa 300 girtiyên dest pê kê dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin, pir krîtîk e û gihiştiye asteke giran.”

Acer di axaftina xwe de bal kişand ser çalakiyên dayikan a li ber Girtîgeha Gebzeyê pêk tînin û wiha domand: “Em tundiya li ber Girtîgeha Gebzeyê li dayikan hat kirin, şermezar dikin. Ew dîmena we mezin nakin, a rastîn biçûkbûna we nîşan dide. Dayik ji bo edalet û mirovahiyê têdikoşin. Bi dehf dana dayikan hûnê tu encamê bi dest nexin. Hûn nikarin pirsgirêkê wisa çareser bikin. Dest ji van pêkanînên xwe berdin. Di dawiyê de dê têkoşîna dayikan qezenc bike.”

Piştî axaftinan ji rêveberên ÎHD’ê parêzer Gurbet Yavuz aqûbeta Mehmet Înan ê di 28’ê sibata 1994’an de li Sêrtê hat windakirin pirsî.

Nêzîkatiyên wiha nayê qebûlkirin

Li Êlihê jî xizmên windayan û parêzvanên mafên mirovan di hefteya 438’an de li avahiya ÎHD’ê çalakî li dar xistin. Di çalakiya vê heftê de xizmên windayan aqûbeta Ahmet Bûlmûş ê di 1’ê nîsana 1994’an de li navçeya Cizîr a Şirnexê hat windakirin pirsîn.

Di çalakiyê de ji rêveberên ÎHD’ê ya Êlihê Mehmet Zekî Tanguner axivî û diyar kir ku dê tim aqûbeta kesên winda bipirsin. Her wiha Tanguner bal kişand ser êrîşên polîsan ên li ser dayikên li Gebzeyê û got ku ew nêzikatiyên bi vî rengî qebûl nakin.

Aqûbeta 26 zarokên winda pirsîn

Dayikên Şemiyê di hefteya 734’an a çalakiya xwe de hatin gel hev aqûbeta windahiyan xwe pirsîn.

Daxuyaniya vê heftê endama Komisyona Windayan a ÎHD’ê Besna Tosun xwend û wiha got: “Di navbera salên 1992-1997’an de li Êlih, Bedlîs, Çewlik, Cizîr, Kerboran, Dêrsim, Şirnex, Nisêbîn, Silopiya, Gever û Licê yên di bin rewşa awarte de, 26 zarok di bin çavan de hatin windakirin. Di girteyên dadgehan û fezlekeyên dozgeriyê de windakirina 26 kesî ya di bin çavan de tê diyarkirin. Tevî serîlêdanên malbatan ev yek bê encam ma. Divê kiryar bên cezakirin.”

Tosun da zanîn ku li bajarokê Mirikê yê Dêrsimê Dîlek Serîn a 3 salî, li Şirnexê Îlyas Dîril ê 12 salî, li Geverê Munir Saritaş ê 13 salî, li Licê Metîn Budak ê 14 salî tevî bapîrê xwe û gelek zarokên din hatine windakirin û got ku ji bo dîtina kujerên van zarokan dewlet gavên berbiçav neavêtiye.

Di heman deme de Tosun di axaftina xwe de aqûbeta 174 ermeniyên ku hatine windakirin jî pirsî.

‘Em ji êşa dayikan fêm dikin’

Piştî Tosun, xwişka Hasan Ocak ê ku di binçavan de hatibû windakirin, Masîde Ocak axivî û ev tişt anî ziman: “Em dizanin êşa ewladan çawa ye. Çimkî em nebûn şahid bi serê me ve hatiye. Em hîn jî êşê dijîn. Duh li ber Girtîgeha Gebzeyê polîsan tundî, îşkence û heqaret li dayikên girtiyan kirin. Herî zêde em ji halê dayikan fam dikin.”

Her wiha parlamenterê HDP’ê yê Amedê Garo Paylan jî ev tişt vegot: “24’ê Nîsana 1915’an mîlada destpêkirina nebaşiyê ye. Divê hesabê vê yekê bê pirsîn. Me duh dît ku çi bi serê dayikên me de anîn. Kesên ku heqaret li dayikan kirin û yên ku bû sedema vê heqaretê mohara xwe li bin alçaxiyê xistin.” AMED / ÊLIH / STENBOL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar