Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Di çalakiyên 15’ê Tebaxê de 13 dagirker hatin cezakirin

Çalakiyên ji bo silavkirina salvegera Pêngava 15’ê Tebaxê didome. Di çalakiyên gerîlayan ên li Metîna û Girê Cûdî de 13 leşkerên tirk ên dagirker hatin cezakirin û 6 leşkerên dagirker jî birîndar bûn.

Di daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê de ev tişt hat gotin: “Li herêma Metîna û Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê li dijî dagirkeran çalakî hatin lidarxistin. Li Metînayê tîmên me yên gerok bi cesaretekî mezin û ruhê fedaî çûn ser dijmin. Di van çalakiyan de 8 dagirker hatin cezakirin, 4 dagirker jî birîndar bûn. Di çalakiyên hêzên me yên YJA Starê yên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî de; 5 dagirker hatin cezakirin, 2 dagirker birîndar bûn û çeperên dijmin hatin derbkirin.

Di van çalakiyan de 13 dagirker hatine cezakirin û 6 dagirker jî birîndar bûn. Agahiyên li ser çalakiyên gerîlayan û êrîşên artêşa tirk a dagirker wisa ye:

Herêma Şehîd Delîl a Rojava Zapê;

11’ê tebaxê saet 06:30’an de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî hêzên me bi çekên giran li dagirkeran dan û dagirkerek hate cezakirin.

11’ê tebaxê saet 08:30 û 09:20’an de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên giran li dagirkeran hate xistin û dagirkerek birîndar bû.

11’ê tebaxê saet 11:40’an de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi taktîka sûîkastê li dagirkeran hate xistin û dagirkerek hate cezakirin.

11’ê tebaxê saet 12:00’an de li Qada Berxwedana Girê Cûdî bi taktîka sûîkastê li dagirkeran hate xistin û dagirkerek hate cezakirin.

11’ê tebaxê saet 14:45’an de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî ya bi çekên giran li dagirkeran hate xistin û dagirkerek hate cezakirin.

11’ê tebaxê saet 15:00’an de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên otomatîk ên navîn li dagirkeran hate xistin.

11’ê tebaxê saet 16:00 û 16:20’an de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên giran li dagirkeran hate xistin, dagirkerek hate cezakirin.

11’ê tebaxê saet 21:20-23:15’an hêzên me yên YJA Starê li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî mudaxeleyî helîkopteran kirin.

12’ê tebaxê saet 00:45’an de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi taktîka sûîkastê li dagirkeran hate xistin û dagirkerek birîndar bû.

12’ê tebaxê saet 02:20’an de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên giran li dagirkeran hate xistin, derb li çeperekê hate xistin.

12’ê tebaxê saet 03:00’an li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên giran li dagirkeran hate xistin.

Ev çalakiyên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê hatine kirin. Ev çalakî ji bo silavkirina Cejna Vejînê ya 15’ê Tebaxê hatiye kirin.

Herêma Metînayê:

10’ê tebaxê saet 15:30’an li Qada Berxwedanê ya Girê Ortê li dijî dagirkeran bi taktîka vedizînê, ji du milan ve çalakî hate kirin. Milê yekemîn ên çalakiyê ji nêz ve li dagirkeran dan. Li vir 8 dagirker hatin cezakirin û 4 dagirker birîndar bûn. Milê duyemîn ê çalakiyê bi çekên otomatîk ên navîn û bi çekên giran li dagirkeran hate xistin. Ev çalakî ji bo silavkirina 15’ê Tebaxê Cejna Vejînê hatine kirin.

Êrîşên artêşa tirk a dagirker;

Di 11 û 12’ê tebaxê de Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî ya herêma Şehîd Delîl a Rojava Zapê 4 caran, Qada Berxwedanê ya Girê Hekarî ya Metînayê 2 caran, qadên gundê Dêrêşê û Deşta Kafyayê

Di 10’ê tebaxê de Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî 12 caran bi helîkopterên êrîşê hatiye bombekirin.

Herêmên Zap, Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê û Metîna bi topan hatine bombekirin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar