Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Di çalakiyên Bazên Zagrosê de14 dagirker hatin kuştin

Hêzên gerîla bi pêngav û çalakiyan bersivê didin êrîşên dagirkeriyê yên dewleta tirk. Di çalakiyên gerîlayan de herî kêm 14 leşkerên dagirker hatin kuştin

Navenda Ragihandin û Çapmeniyê ya HPG’ê derbarê êrîşên dagirkerî û çalakiyên gerîlayan a li dijî dagirkeriyê de daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê wiha ye:

“Pêngavên şoreşgerî yên gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê ku di çarçoveya pêngava ‘dem dema azadiyê ye’ dest pê kirine, bi wêrekiyeke mezin û ruhê Apoyî li dijî artêşa tirk a dagirker bi çalakiyên xurt dewam dikin.

Hêzên me yên Paratina Hewayî yên Şehîd Delal 28’ê Nîsanê saet di 08:45’an li navçeya Amediyê ya başûrê Kurdistanê li dijî baregeheke leşkerî ya dewleta tirk a dagirker a li nehiya Kanî Masî çalakiyek kirin. Bi balafirên bêmirov bombe li dagirkeran hatin barandin û çalakî bi rengekî serketî pêk hat.

Çalakiyên Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê

Agahiyên berfireh ên li ser çalakiyên ku di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de hatin lidarxistin û derbên giran li dagirkeran hat xistin wiha ne:

24’ê Nîsanê saet di 14:30’î de li qada Mamreşo ya herêma Avaşînê, li dijî komek ji dagirkeran ên li ser Girê Şehîd Mûnzûr çalakî hate kirin. Di çalakiyê de 2 dagirker hatin cezakirin.

25’ê Nîsanê saet di 17:00 de li qada Mamreşo ya herêma Avaşînê li komek dagirkeran a li ser Girê Şehîd Mûnzûr hate xistin. Di vê çalakiyê de jî dagirkerek hate cezakirin, 2 dagirker jî birîndar bûn.

26’ê Nîsanê saet di 07:30’î de li herêma Avaşînê li dijî dagirkerên ku hewl didan li Girê Şehîd Serdar daran bibirin û bi cih bibin, çalakî hate kirin. Li vê derê 2 dagirker hatin cezakirin, lê belê hejmara kuştî û birîndarên dijmin zêdetir e.

26’ê Nîsanê saet di 14:30 û 16:30 de li dijî dagirkerên li ser Girê Şehîd Serdar ê herêma Avaşînê bi katyûşa çalakî hatin li darxistin. Di her du çalakiyan de dagirkerek hate cezakirin, 3 dagirker jî birîndar bûn.

26’ê Nîsanê saet di 16:30’î de li qada Mamreşo ya herêma Avaşînê, li komeke dagirkeran a li ser Girê Şehîd Mûnzûr hate xistin.

26’ê Nîsanê saet di 16:30’î de li dijî dagirkerên li ser Girê Şehîd Serdar ê li herêma Avaşînê bi çekên giran çalakiyek hate kirin. Hejmara dagirkerên ku di vê çalakiyê de hatin cezakirin nehate tespîtkirin.

27’ê Nîsanê saet di 14:00 de li qada Mamreşo ya herêma Avaşînê li dijî dagirkerên ku dixwest bikevin çeperên şer ên gerîla, bi taktîka sabotajê çalakî hate kirin. Li vir jî 3 dagirker hatin cezakirin.

26’ê Nîsanê li ser Girê Qela Bêdewê ya herêma Zapê, li dijî dagirkeran saet ji 07:00 heta 17:00 li ser hev çalakiyên xurt hatin kirin. Hejmara dagirkerên ku hatin tespîtkirin di van çalakiyan de hatine cezakirin, 5 dagirker in. Piştî çalakiyê artêşa tirk bi balafirên şer bombardûmaneke giran li qada Qela Bêdewê kir. Danê êvarê jî mirî û birîndarên xwe bi helîkopterên Skorsky ji herêmê rakir.

27’ê Nîsanê saet di 09:30’î de li dijî dagirkerên li ser Girê Xeregolê yê li herêma Zapê bi hawanan çalakî hate lidarxistin.

Êrîşên hewayî

Artêşa tirk a dagirker li hemberî Herêmên Parastinê yên Medyayê bombardûman kir. Agahiyên berfireh ên li ser bombardûmanê wiha ye:

27’ê Nîsanê saet di 11:00 qada Kunişka ya herêma Zapê bi balafirên şer hate bombekirin.

27’ê Nîsanê saet di 16:30’î de qada Tîpa T û qada Şehîd Şahîn ên herêma Zapê bi balafirên şer hatin bombekirin.

27’ê Nîsanê saet di 16:30’î de qadên Aris Faris û Mamreşo yên herêma Avaşînê bi balafirên şer hatin bombekirin. Heman qad saet di navbera 21:00-00:00 de bi helîkopterên êrîşê û obusan hatin bombekirin.

27’ê Nîsanê saet di 21:30’î de qada Şukê ya herêma Avaşînê bi balafirên şer hate bombekirin.

Di van bombardûmanan de tiştek bi hêzên me nehat.” BEHDÎNAN 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar