Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Di çalakiyên bîranîna fermandar Bêrîtan de 18 dagirker hatin cezakirin

Gerîlayên HPG û YJA Starê bi wesîleya salvegera şehadeta fermandar Bêrîtan (Gulnaz Karataş) çalakî li dar xistin. Di çalakiyan de 18 leşkerên dagirker hatin cezakirin.

Di daxuyaniya HPG’ê de hate gotin, “Em fermandara xwe ya mezin Bêrîtan (Gulnaz Karataş) di salvegera şehadeta wê de bi rêzdarî bi bîr tînin ku li çiyayên Kurdistanê sekna jinên azad a jinên Kurd e, nîşaneya ruhê fedaî yê Apoyî ye û xeta berxwedanê ya artêşbûna me ya jin a azad e. Hêzên me bi gelek çalakiyan hevrê Bêrîtan bi bîr anî û salvegera 30’emîn a damezrandina YJA Starê silav kirin.”

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser mijarê ev agahî da:

“Li Herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl;

15’ê cotmehê saet di 13:21’ê de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi çekên giran li dagirkeran hate xistin.

17’ê cotmehê saet di 14:00, 14:20, 15:35 û 15:40’î de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi çekên giran û nîv otomatîk li dagirkeran hate xistin.

17’ê cotmehê saet di 21:10’an de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi sûîqestê li dagirkeran hate xistin, 3 dagirker hatin cezakirin. Di heman demê de bi çekên nîv otomatîk jî li dagirkeran hate xistin û dagirkerek hate cezakirin.

18’ê cotmehê saet di 09:20 û 15:40’î de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi çekên nîv otomatîk li dagirkeran hate xistin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.

18’ê cotmehê sate di 10:15 û 10:25’an de bi çekên giran li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê hate xistin.

18’ê cotmehê saet di 20:30’î de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê kemîn li pêşiya dagirkeran hate danîn. Bi çekên ferdî li dagirkeran hate xistin ku ketibûn kemînê. Di vê çalakiyê de ku ji nêz ve hate kirin 5 dagirker hatin cezakirin, 2 dagirker jî birîndar bûn. Saet di 20:40’î de jî bi sûîqestê li dagirkeran hate xistin û 2 dagirkerên din hatin cezakirin. Di heman demê de bi çekên nîv otomatîk li dagirkerên li cihên cuda hate xistin. Li vir jî 2 dagirker hatin cezakirin, 4 dagirker birîndar bûn.

Li herêma Metînayê;

17’ê cotmehê saet di 16:25’an de li Qada Berxwedanê ya Girê ortê li dijî dagirkeran çalakî hate lidarxistin. Bi çekên ferdî û nîv otomatîk çalakî hate kirin û 5 dagirker hatin cezakirin. Ev çalakî jî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.

18’ê cotmehê saet di 11:40’î de li Qada Berxwedanê ya Girê Ortê bi çekên giran li dagirkeran hate xistin.

18’ê cotmehê saet di 14:40’î de li Qada Berxwedanê ya Girê Çarçelê bi çekên giran li dagirkeran hate xistin, derb li kamerayeke mobesse û çeperekê hate xistin.

Li herêma Xakurkê;

18’ê cotmehê saet di 16:00 de bi çekên giran li dagirkerên li Girê Şehîd Kamûran hate xistin.

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên bi gazên kîmyewî, teqemeniyên qedexekirî û droneyên bombebarkirî;

17 û 18’ê cotmehê li Qada Berxwedanê ya Sîdayê ya herêma Zapê çeperên şer 2 caran bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.

17’ê cotmehê li herêma Metînayê çeperên şer ên li Qada Berxwedanê ya Girê Çarçelê 3 caran bi droneyên bombebarkirî, çeperên şer ên li Qada Berxwedanê ya Girê Ortê jî 7 caran bi teqemeniyên qedexekirî bi giştî 26 caran hatin bombekirin.

17 û 18’ê cotmehê li Herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl çeperên şer ên li Girê cûdî û Girê Amediyê 23 caran bi droneyên bombebarkirî û 2 caran bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker;

18’ê cotmehê li herêma Zapê qadên Şehîd Îbrahîm û Geliyê Balinda 5 caran, li herêma Xakurkê jî qada Ava Lolanê 3 caran bi giştî 8 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

17 û 18’ê cotmehê Herêmên Zap, Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl, Metîna, Xakurkê û Barzan bi helîkopterên êrîşê hatin bombekirin.

Herêmên Zap, Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê, Metîna û Xakurkê bi topan hatin bombekirin.

Artêşa Tirk a dagirkre bi rengekî eşkere êrîşî gelê kurd ê sivîl dike, qetil dike û sûcekî mezin ê şer dike. 17’ê cotmehê Dilovan Îşlek ê ji Mexmûrê bi balafirên şer ên dewleta tirk hate şehîdxistin, yên pê re jî birîndar bûn. Dilovan Îşlek ku ciwanekî Kurdistanî yê bi rûmet bû, welatparêzekî me yê şoreşger bû ku di têkoşîna şoreşê de keda xwe hebû û bi fedakariyeke mezin xizmet ji gelê xwe re dikir. Dilovan Îşlek şehîdekî têkoşîna me ya azadiyê û şoreşa me ye. Di serî de Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê em sersaxiyê ji malbata welatparêz a Şehîd Dilovan Îşlek û tevahiya xelkê Mexmûrê re dixwazin. Gelê me yê Mexmûrê bi berdêlên mezin heta niha sekna welatparêziyê ya mezin nîşan da. Em dibêjin ku em ê armanca xelkê xwe yê Mexmûrê û Şehîd Dilovan Îşlek bi Rêbertiya Azad û Kurdistana Azad pêk bînin û xwedî li bîranîna wî derkevin.

Dewleta dagirker a tirk, gerîla dike hinceta êrîşên xwe yên dagirkeriyê û bi vî awayî dagirkeriya xwe rewa dike û dikeve hewila veşartina armanca xwe ya esil. PDK ku hevkara dewleta tirk e, daxuyaniyên ji xêra vê hinceta dewleta Tirk re dide. Eger armanca pêşîn a dewleta tirk rakirina PKK’ê û gerîla ji holê be jî, ya esas dagirkirina başûrê Kurdistanê bi tevahî ye. Delîla herî şênber ew e ku ji 7’ê cotmehê ve artêşa Tirk a dagirker ji hewayê û erdê ve herêma Barzan û Çiyayê Şêrîn dide ber bombeyan û leşkeran lê datîne. Li van deran tu gerîla nîn e lê artêşa Tirk  tê xwe li herêma Barzanê bi cih dike. Ev dagirkerî ye.

PDK’ê çavên xwe ji dagirkirina her dera Kurdistanê ya dewleta tirk re digirtin lê qebûl nedikir ku bikeve herêma Barzanê. Lê PDK niha bi temamî ketiye bin nîrê dewleta Tirk û çavên xwe ji dagirkirinê re digire û nikare dengê xwe jê re bike. Çendeyê dawîn dewleta Tirk li ser xeta Amediyeyê PDK ji gelek deran derxist û leşkerên xwe lê bi cih kirin. Dewleta Tirk êdî PDK’ê ne wek hevkar lê wek cerdevanên xwe yên li Bakurê Kurdistanê dibîne û diyar e ku PDK’ê jî xwe daye ber.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar