Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Pazar - 29 Eylül 2024

Di çalakiyên gerîlayan de 5 leşker hatin kuştin

Gerîlayên HPG/YJA Starê li dijî leşkerên artêşa tirk ku li qadên Cûdî û Kela Memê derketibûn operasyonê çalaki pêk anîn û herî kêm 5 leşker hatine kuştin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkilî çalakiyên gerîla û êrîşên balafirên şer ên artêşa tirk daxuyaniyek nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de HPG’ê diyar kir ku artêşa tirk di 26’ê nîsanê de li devera Kêla Memê ya girêdayî navçeya Qilaban a Şirnexê dest bi operasyonê kiribû û wiha got: “Artêşa tirk a saet derdora  06:00’an bi desteka teknîkê li Geliyê Hêzil, Gundê Mêhrê û devera Diryan leşker danî, hêzên me baskeke yê operasyonê xiste bin kontrolê. Hêzên me 28’ê nîsanê saet derdorî 15:00’an ji nêz ve li vê baska operasyonê da. Di encama lêdana xurt de 4 leşker hatin kuştin, leşkerek jî birîndar bû. Ev çalakiya ku ji aliyê Tîma Tolhildanê ya Şehîd Ayten Becet ve hate kirin, artêşa tirk a darbên giran xwar û ji 30’ê nîsanê û şûnde neçar ma ku vekişe. Di vê çalakiyê de tu ziyan negihiştiye hêzên me. Her wiha artêşa tirk a dagirker di 29’ê nîsanê de li devera Kursê Keça, Şkerê Kara, Çelê Jehrê, Deriyê Bêserê, Milê Bernê, Sefîne û Gundikê Remo yên girêdayî herêma Cûdî ya Şirnexê operasyoneke berfireh dabû destpêkirin. Operasyona ku hatibû destpêkirin 30’ê nîsanê saetên şevê bêyî ku encamek bi dest bixe vekişiyane.”

3 gerîla şehîd bûn

HPG’ê destnîşan kir ku artêşa tirk di 30’ê nîsanê saetên sibê de li deverên Girê Hirmo, Navser, Deriyê Xendek, Tepê Ortê, Teyrê Baz, Şehîd Yildiz, Kela Bêzar û Koşimyan dest bi operasyoneke berfireh kiriye û ev agahî parve kir: “Di vê operasyonê de ku bi helîkopter û balafirên şer qad hate bombekirin, di 1’ê gulanê saet derdorî 13:30’î de hêzên me li dijî baskeke yê vê operasyonê çalakiyek li dar xistin. Di vê çalakiyê de leşkerek hatiye kuştin. Di bomberdûmana 30’ê nîsanê de hevêryên me Roza Ekîn û Jînda şehîd bûne. Em soz didin ku em ê hesreta hevrêyên xwe di Têkoşîna Azadiya Kurdistanê de bigihînin serketinê. Em ê piştre agahiyên berfireh ên têkildarî nasnameyan bi raya giştî re parve bikin.”

Êrîşên hewayî

Her wiha HPG’ê di dawiya daxuyaniyê de ragihand ku balafirên şer ên artêşa tirk di 3’yê gulanê de saet navbera 06:55-09:05’an de devera Gundê Gilla a girêdayî Zapê a Herêmên Parastina Medyayê bombebaran kiriye û di vê bomberdûmanê de tu ziyan nehiştiye hêzên wan lê ziyan gihiştiye ernîgariya Kurdistanê. BEHDÎNAN 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar