Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Cuma - 5 Temmuz 2024

Di çalakiyên gerîlayan de herî kêm 3 leşker hatin kuştin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyeke nivîskî têkildarî çalakiyên hêzên wan ên li dijî artêşa tirk daxuyaniyeke nivîskî da.

HPG’ê da zanîn ku hêzên wan ên YJA Starê di 2’yê tîrmehê saet di 11.20’an de di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Heftanînê de li qada Şeşdarayê li dijî artêşa tirk çalakiyeke sûîqestê kirin û di çalakiyê de leşkerek hate kuştin. HPG’ê diyar kir ku di heman rojê saet di 19:30’an de hêzên wan li dijî leşkerên ser Girê Katu Sule çalakî kirin. HPG’ê got ku di çalakiyê de derbên giran li artêşa tirk hatine xistin lê hejmara kuştî û birîndaran nehatiye zelalkirin.

Hatine leşkerên iraqî

Di berdewamê de jî HPG’ê bal kişand ser hatina hêzên Iraqê ya li ser sînor û ev agahî dan: “Di 1’ê tîrmehê de hêzên parastvanên sînor ên girêdayî artêşa Iraqê li mintiqeya Kerê ya ser bi herêmên Kela Şabanike û Derkarê yên Batufayê bi cih bûn. Van hêzan got ku ji bo pêşîlêgirtina li pêşveçûna artêşa TC a dagirker hatine. Hewldaneke bi vî rengî ku bi zêdebûna êrîşên dewleta TC a dagirker hate kirin, cihê fikaran e. Hêzên me rewşa wan a li herêmê dişopînin. Heta ku rewşa li vir baş bê fêhmkirin, hêzên me dê di pozîsyona xwe ya heyî de bin û piştre dê li gorî encama derkeve holê helwestê nîşan bidin.”

Li Şaxê çalakiya YJA Starê

HPG’ê destnîşan kir ku hêzên wan ên YJA Starê di 30’ê hezîranê saet di 19.50’an di çarçoveya Pêngava Tolhildanê ya Şehîd Medya Mawa û Şehîd Rizgar Gever de, li qada Kato Xelîla ya navçeya Şaxê ya Wanê li dijî leşkerên artêşa tirk ên li mintiqeya Çelê Buka kontrola rê dikirin çalakî kirin û di çalakiyê de 2 leşker hatine kuştin.

Operasyon bêencam vekişiya

Bi domdarî jî HPG’ê diyar kir ku artêşa tirk di 26’ê hezîranê de li qada Kato Qewalê ya Colemêrgê dest bi operasyonekê kir. HPG’ê da zanîn ku balafirên şer û helîkopteran di şevê de bombebaraneke giran kirin û piştre jî artêşa tirk bi helîkopterên Skorsky leşker li herêmê danî. HPG’ê daxuyand ku artêşa tirk di 27’ê hezîranê de bi rengekî bêencam ji herêmê vekişiya.

Bombebarana li dijî herêmê

Daxuyanî wiha bi dawî bû: “Di 2’yê tîrmehê de balafirên şer ên artêşa TC a dagirker bombe li derdora gundê Yekmalê yê herêma Garê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê barandin. Ji ber bombebaranê ziyanek negihişt hêzên me.” BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar