Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Di çalakiyên gerîlayên YJA Starê de 4 dagirker hatin kuştin

Li herêmên Avaşîn û Heftanînê, di çalakiyên gerîlayên YJA Starê de 4 leşkerên tirk ên dagirker hatin kuştin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî êrîşên dagirkeriyê û çalakiyên gerîla daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin:

“Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Xabûrê de li herêma Heftanînê;

24’ê tîrmehê saet di 05:45’an li qada Xantûrê bi rêbaza sekvaniyê li dagirkeran hat xistin. Di encama çalakiyê de dagirkerek hat cezakirin.

Ev çalakiya hêzên me yên YJA Starê ji bo bîranîna salvegera şehadeta hevrêya me fermandar Zelal Sîdem hat kirin ku li Heftanînê bi lehengî şer kir û tev li karwanê nemiran bû.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Avaşînê;

24’ê tîrmehê saet di 08:50’î de li dijî dagirkerên ku ji Girê Silêman diçûn Sirtê Navçela hêzên me yên YJA Starê bi rêbaza sabotajê çalakî kirin. Di encama vê çalakiya serkeftî de 2 dagirker hatin cezakirin. Dagirkerên ku bi qedemeyekê vekişiyan, cara duyemîn bi rêbaza sabotajê li wan hat xistin û dagirkerek hat cezakirin. Piştî çalakiyê dagirkeran malzemeyên leşkerî li naverastê hiştin û reviyan. Artêşa tirk a dagirker kuştiyên xwe bi helîkopteran ji herêmê birin.

Di vê çalakiya serketî de ku hêzên me yên YJA Starê dagirker xistin bin kontrola xwe û bi rengekî serkeftî lê dan, 3 dagirker hatin cezakirin.

24’ê tîrmehê li qada Girê Sor li dijî dagirkerên ku dixwestin ber bi tunelên şer ve biçin, hêzên me ji nêz ve lê dan. Dagirkerên ku derb xwarin neçar man xwe bi qedemeyekê vekişînin. Hêzên me heman rojê Droneyek li herêmê xistin.

25’ê tîrmehê saet di 08:40 û 10:30’î de hêzên me dest li dagirkeran werdan ên ku hewl didan bi teqemeniyan êrîşî tunelên şer bikin. Di encama destwerdana xurt de dagirker neçar man ku xwe vekişînin. Leşkerên artêşa tirk a dagirker ku li pêşberî hêzên me nekarîn bisekinin û neçar man ku xwe vekişînin, bi neçarî vekişiyan û di dema vekişînê de jî agir berdan qada daristanî ya li Girê Silêman.

Êvara 24’ê tîrmehê, artêşa tirk a dagirker bi hawan û obusan bombe li qada Xantûrê ya herêma Avaşînê berand. Ji ber vê bombardûmanê agir bi qadê ket, xisar li bax û baxçeyên gelê me yê sivîl bû.

24’ê tîrmehê saet di navbera 23:00-00:00 de gundê Orê yê nehiya Kanîmasî ya navçeya Amediyê bi helîkopterên êrîşê hat bombekirin.

24’ê tîrmehê saet di navbera 22:00-00:40’î de li herêma Avaşînê helîkopter li ser qadên Girê Silêman, Girê Spî, Tabûra Ereban, Banista û Mervanosê geriyan.

24’ê tîrmehê saet di 02:30’î de artêşa tirk a dagirker li herêma Avaşînê bi teqemeniyan êrîşî tunelên şer ên li qada Werxelê kirin.

24’ê tîrmehê saet di navbera 23:00-23:30’î de li herêma Zapê dagirkeran bi helîkopterên êrîşê bombe li qada Girê Şehîd Sîmko barandin.

Ji ber van êrîşan tiştek bi hêzên me nehatiye.” BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar