PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Cuma - 22 Kasım 2024

Di çalakiyên HRE’yê de 2 çeteyên dewleta tirk hatin kuştin

Hêzên Rizgariya Efrînê li Marê, Ezaz û Babê li artêşa dewleta tirk a dagirker xistin. Hat ragihandin ku di encama çalakiyan de 2 çeteyên dewleta tirk hatine kuştin, 2 polîsên tirk jî birîndar bûne.

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) bi daxuyaniyekê ragihand ku hêzên wan li dijî êrîşên dagirkeriyê li gelek herêman çalakiyên bersivdanê lidar xistine.

Li gorî daxuyaniyê, 4’ê kanûnê li herêma Ezazê li dijî baregeha ‘Polîsên Taybet’ ên dewleta tirk çalakiyek hat lidarxistin. Hat ragihandin ku di encama vê çalakiyê de wesayiteke dagirkeran hatiye îmhakirin û 2 polîs jî birîndar bûne.

HRE’yê diyar kir ku 6’ê kanûnê jî li herêma Babê bi rêbaza sekvaniyê çalakiyek hatiye lidarxistin û di encamê de çeteyekî dewleta tirk hatiye kuştin.

Di dewama daxuyaniyê de hat gotin, 7’ê kanûnê li herêma Marê di çalakiya sekvaniyê de çeteyekî dagirker hatiye kuştin.

HRE’yê destnîşan kir ku çalakiyên wan ên bersivdana li êrîşên dewleta tirk a dagirker wê dewam bikin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar