Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Di çalakiyên YJA Starê de 14 leşker hatin kuştin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakiyên hêzên wan ên li dijî dewleta tirk daxuyaniyeke nivîskî weşand.

HPG’ê da zanîn ku hêzên wan ên YJA Starê di 7’ê hezîranê saet di 09.30’an di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Heftanînê de li dijî leşkerên tirk ên li Girê Qesrokê çalakî kirin. HPG’ê diyar kir ku di çalakiyê de stargeha leşkerên tirk hatiye rûxandin û 12 leşker hatine kuştin. HPG’ê destnîşan kir ku hêzên wan ên YJA Starê di 8’ê tîrmehê di saetên serê sibehê de jî li leşkerên tirk ên li Şeşdarayê du çalakiyên sûîqestê kirin û 2 leşker hatin kuştin.

5 gerîla şehîd bûn

Bi domdarî jî HPG’ê daxuyand ku di êrîşa hewayî ya di 3’yê tîrmehê ya li dijî devera Xantûranê de gerîlayên bi navên Goran Goyî û Viyan Devrîm jiyana xwe ji dest dane û dê piştre nasnameyên wan aşkera bikin.

HPG’ê di berdewamê de jî ragihand ku artêşa tirk di 27’ê hezîranê de li devera Masîro ya herêma Besta ya Şirnexê dest bi operasyonekê kiribû û ev agahî dan: “Hêzên dagirker piştî bi balafirên şer û helîkopteran dever bombebaran kir, bi helîkopterên Skorsky leşker danîn deverê. Di tevahiya operasyonê de fermandar Sarya Besta û hevrêyên me Viyan û Avareş şehîd bûne.”

Nasnameyên gerîlayan wiha ne:

Nasnav: Sarya Besta

Nav û Paşnav: Meryem Kaplan

Cihê Jidayikbûnê: Colemêrg

Navê Dayik-Bav: Mayse – Hacî

Cih û Dîroka Şehîdbûnê: Besta /27’ê Hezîrana 2020

***

Nasnav: Vejîn Agir

Nav û Paşnav: Besna Tuman

Cihê Jidayikbûnê: Wan

Navê Dayik-Bav: Cevahîr – Mûstafa

Cih û Dîroka Şehîdbûnê: Besta /27’ê Hezîrana 2020

***

Nasnav: Avareş Helhel

Nav û Paşnav: Mûsa Bûlan

Cihê Jidayikbûnê: Amed

Navê Dayik-Bav: Menîce – Huseyîn

Cih û Dîroka Şehîdbûnê: Besta /27’ê Hezîrana 2020

Operasyona li Kato Jîrka

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê daxuyaniya xwe wiha domand: “Artêşa tirk di 1’ê tîrmehê de li devera Kanî Reş a dikeve herêma Deriyê Qaçê ya girêdayî Herêma Kato Jîrka ya Şirnexê dest bi operasyonekê kiribû, ketiye di bin kontrola hêzên me de. Hêzên me piştî demekê yekîneya ku xistibûn kontrolê û şûnde çalakiyek li dijî wan kirin. Di vê çalakiya bi xurtî li yekîneya dijmin hate xistin de nehate zanîn bê ka çend leşker hatine cezakirin an jî birîdarkirin.”

2 kontra hatin kuştin

Di berdewamê de jî HPG’ê destnîşan kir ku di 5’ê tîrmehê de hêzên wan kesên bi navê Sebahattîn Gungor û Hejar Batman ên di bin navê nêçîrvaniyê de li herêma Cûdî wêneyên bejahiyê dikişandin û nexşeya deverê çêdikirin û didan dewleta tirk, kuştine. HPG’ê diyar kir ku li ser van şexsan 2 çek, 2 bêtêl û dûrbînek hatine desteserkirin.

Êrîşên hewayî

Herî dawî jî HPG’ê ev agahî parve kirin: “Di 7’ê tîrmehê saet 19:30’an de balafirên şer ên artêşa TC’ê devera Kerker û Sîda ya Herêmên Zapê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê bombebaran kirin. Di vê bombebaranê de ziyanek negihişt hêzên me.” BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar