PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Cuma - 22 Kasım 2024

Di cejnê de jî goristan hilweşandin

Li Taxa Sîsê ya navçeya Lîcê, malbatên berî cejnê herikîn ser “Şehîdgeha Şehîd Amed û Şehîd Hevîdar”, dîtin ku goristan hatiye hilweşandin

Êrîşên di sala 2015’an de, li dijî “Şehîdgeha Şahîd Amed û Şehîd Hêvîdar” a li Taxa Sîsê ya Navçeya Licê ya Amedê dest pê kirin, dewam dikin. Goristina ku yekemîn car di dema operasyona leşkerî ya sala 2015’an de hat hilweşandin, mizgeft, destavxane, depoya avê, mêvanxane û konteynira di goristanê de jî bi bombeyan hatin rûxandin.

Salona konferansê ya 2 kat ku 300 metre dûrî goristanê bû û malbatên HPG’iyên di dema ziyareta gorên zarokên xwe li wir kom dibûn jî, hat bombebaran kirin û hilweşandin.

Malbatên bi boneya Cejna Remezanê herikin li ser gorên zarokên xwe, carek din rastî rûxandina gorên zarokên xwe hatin. Hat dîtin ku kêlên goran hatine şikandin û bi balyozan goristan hatine rûxandin. Malbatan ji ber vê yekê xemginiyek mezin jiyan.

Hovîtiya dewleta tirk

Yek ji malbatan Afîfe Kartal bertek nîşanî rûxandin goran da û got: “Rûxandina goran hovitiye. Ji vê xakê û ji van kêlan ditirsin. Gelo ev ax û ev kêl dikarin çi bikin? Dema em diçin goristina Amedê jî, em rastî heman dîmenan tên. Ji xwe va ye hûn halê goristina Lîcê dibînin. Ji navê zarokên me ditirsin.”

‘Em ê ji bîr nekin’

Mekremîn Altindag jî diyar kir ku berî cejnê rastî hovîtiyek mezin hatin û wiha got: “Ma mirov wisan li miriyan dike? Heya ku em saxbin emê ji bîr nekin. Nifşê li dû me were jî dê ji bîr neke.” AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar