Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Di danişîna Doza Sîncar de hemû daxwazên parêzeran hatin redkirin

Danişîna 8’emîn a doza qetilkirina parlamenterê Partiya Demokrasiyê (DEP) yê Mêrdînê Mehmet Sîncar ku di 4’ê îlona sala 1993’yan de li Êlihê di êrîşeke çekdarî de hatibû qetilkirin îro li 6’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hat dîtin. Ji malbata Sancar hevjîna wî Cîhan Sîncar û birayê wî Alî Sîncar, ji parêzerên wî jî Serhat Eren, Mehdî Ozdemîr, Şaneşîn Aydin û serokê Komeleya Mafên Mîrovan (ÎHD) a Amedê Abdullah Zeytûn di danişînê de amade bûn. Hevserokên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên Amedê Zeyyad Ceylan û Gulistan Atasoy û Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay jî danişîn temaşe kirin. Parêzerê Bersûc Cîhan Yildiz di danişînê de amade bû û ew bi xwe jî ji Êlihê bi rêya SEGBÎS’ê beşdarî danişînê bû.
Di danişînê de Serdozgerê Komarê xwest ku xwe li benda encama biryara navberê ya dosyaya Hîzbullahê ku derheqê Cîhan de jî agahî tê de hebûn û li 4’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê tê dîtin bisekinin.
‘Dîroka Tirkiyeyê dîroka cînayetên siyasî ye’
Ji parêzerên malbata Sîncar, Serhat Eren di danişînê de axivî û wiha got: “Dîroka Tirkiyeyê, dîroka cînayetên siyasî û kuştinên kiryarnediyaran e. Ev çand bi kuştina bira ya serdema Osmaniyan dest pê kir. Li gelek deverên cîhanê ji ber şerê navxweyî cînayetên kiryarnediyar hene. Ev cînayet ji hêla hêzên di nava dewletê de hatine avakirin tên kirin. Ev pêvajo bi Osmaniyan dest pê kir û bi Îttîhat Terakî û Komara Tirkiyeyê re şêweyê xwe guherand. Ev kevneşopî di salên 90’î de li bajarên kurdan berdewam kir. Pêvajoyeke li dora Tansû Çîller û Mehmet Agar domiya. Di van salan de 13 rojnameger hatin kuştin. Rewşenbîr, hunermend, siyasetmedar û parastvanên mafên mirovan jî di nav de zêdetirî 20 hezar kes hatin qetilkirin û windakirin. Di ‘Rapora Susurlukê’ ya ji hêla Kutlu Savaş ve hatiye amadekirin de ev pêvajo baş hatiye vegotin. Di raporê de Koramîral Atîlla Kiyat dibêje ku ‘dewletê ev cînayet kirin û polîtîkaya dewletê bû.’ Li gel ku hat qebûlkirin ku ev polîtîkaya dewletê bû, gavek nehat avêtin. Ev cînayet ji hêla Hîzbullah, ji hêla Mahmût Yildirim ê bi nasnav Yeşîl ve hatin kirin. Hevkariya dewlet û çeteya Hîzbullahê baş tê zanîn. Ev cînayet bi hev re kirin.”
‘Cînayeta nehetiye avakirin’
Bi domdarî Eren da zanîn ku Mehmet Sîncar endamê Meclisê bû lê derheqê qetilkirina wî de tiştek nekiriye û wiha domand: “Bêguman Mehmet Sîncar kurd bû lewma tiştek nekirin. Cînayetên kiryarnediyar tune ne. Yên ku nehatine ronîkirin hene. Li erdnîgariya kurdan 20 hezar cînayetên kiryarnediyar hene. Lê belê derheqê van cînayetan de lêpirsîneke baş nehate kirin. Çendek dosya ji bo usûlê hatin kirin ku ew jî bi beraetê encam bûn. Divê ronîkirina van cînayetan bibe polîtîkaya dewletê. Dadgeha we dikare di vê mijarê de gaveke ewil biavêje. Ev mekanîzmaya li dijî kurdan hatiye avakirin dê rojekî li hemû kesî vegere.”
Xwestin ku ji biryara xwe vegerin
Ji parêzerên malbatê Mehdî Ozdemîr jî got ku li bendêmayîna biryara navberê ya ji bo dosyaya li 4’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê tê dîtin ku derheqê bersûc jî îfade tê de hene, dê pêvajoya darizandinê dirêj bike û ev tişt anî ziman: “Em dixwazin ku ji vê biryara xwe vegerin. Heke di navbera vê dosyayê û ya li Amedê tê dîtin de têkiliyek hebe, em dixwazin dosya bibin yek dosya.”
Di danişînê de ji parêzerên malbatê Abdullah Zeytûn jî da zanîn ku daxwaza wan a guhdarîkirina Kutlu Savaş û şahidên demê hatiye redkirin û dîsa daxwaz kir ku ew kes bên gundarîkirin. Zeytûn, got ku divê êdî ev bêhiqûqiya 29 salan bi dawî bibe.
Bersûc Cîhan Yildiz jî di parastina xwe de îdia kir ku cînayet ji hêla îtîrafkaran ve hatiye kirin û beraeta xwe xwest.
Hemê daxwaz hatin redkirin
Dadgehê daxwaza girtina bersûc Cîhan Yildiz, guhdarîkirina Kutlu Savaş, yekkirina dosyayê ya bi dosyaya li 4’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê tê dîtin û li bendêmayîna encama heman dosyayê red kir û danişîn taloqî 12’ê kanûnê kir.
Piştî danişînê, malbat û parêzerên Mehmet Sîncar li pêşiya edliyeyê daxuyanî dan.  Ji ewil Serokê ÎHD’a Amedê Abdullah Zeytûn axivî û got ku dosyayên cînayetên kiryarnediyar bi zanebûn tê derengxistin. Zeytûn, anî ziman ku ji bo ronîkirina rastiyan û polîtîkaya necezakirinê dê têbikoşin.
Hevjîna Mehmet Sîncar, Cîhan Sîncar jî anî ziman ku Meclisê heta niha jî ji bo ronîkirina cînayeta Sîncar tiştek nekiriye û wiha domand: “Dadgeh heta niha jî mîna lîstika şonayê tevgeriyan. Baweriya me êdî pê nema ye. Mehmet Sîncar xebatkarê gelê xwe bû û heta kurd hebin jî dê her parlamenterê gelê xwe be. Tenê ji ber ku kurd bûn lewma hatin qetilkiprin.Çi dibe bila bibe em ê ji bo Mehmet Sîncar û kesên li kolanan hatine qetilkirin têbikoşin û bi ser kevin.”
‘Em dev ji lêgerîna heqîqetê benedin’ 
Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay jî destnîşan kir ku dadgehê ji bo lêpirsîneke baş tu gav neavêtine û wiha qedand: “Ji destpêkê heta niha tu daxwazên parêzeran nehatin qebûlkirin. Ev jî nîşan dide ku kujeran diparêzin û dixwazin rastî di tariyê de bimîne. Em ji AKP’ê re dibêjin, berpirsyarên van kuştinên nayên ronîkirin hûn in. Em ji rêhevalê xwe Mehmet Sîncar re soz didin ku dê dev ji lêgerîna heqîqetê bernedin û paş de gav neavêjin.”
- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar