Bombebaran û pevçûnên ku piştî êrîşa Hemasê ya li dijî Îsraîlê ji Şerîda Xezayê di 7’ê cotmehê de di bin navê “Tofana Aksaya” de dest pê kir, bênavber didome. Li gorî daxuyaniya Wezareta Tenduristiyê ya Xezeyê ya duh di êrîşên Îsraîlê de 2 hezar û 55 jê zarok herî kêm 5 hezar û 87 filistîniyan jiyana xwe ji dest dan. Ji aliyê Îsraîlê ve jî 308 jê leşker hezar û 400 kesan jiyana xwe ji dest dan. Rojnameger Cahît Mervanî şerê diqewime û bandora wê ya li erdnîgariya Rojhilata Navîn nirxand.
Mervan diyar kir ku pirsgirêkên di navbera Îsraîl û Filistînê de hatine amûrkirin û wiha got: “Heke ev pirsgirêk ji gelên cihû û filistîniyan re hatibûya hiştin da di sala 1948’an de çareser bibe. Lê piştî Şerê Cîhanê yê 2’yemîn hêzên kurewî destûr nedan vê yekê. Hem bloka ku Amerîkayê pêşengtiya wê dikir hem jî Pakta Varşova ku Yekitiya Sovyetan pêşengtiya wê dikir pirsgirêk wekî amûrekê bi kar anîn. Dewletên ereban jî ji bo girseya xwe kontrol bikin, daxwazên gelê xwe biçewisînin û pergalên xwe yên dîktatorî bidomînin pirsgirêka Filistînê ji xwe re weke xelasiyê bikaranîn.”
Çepgir û sosyalîst hêza xwe windakirin
Mervan daxuyand ku gel Filistîn û gelê kurd heman qeder dijîn û anî ziman ku erdnîgariya herdu gelan jî hatiye dabeşkirin û li dijî vê yekê salên demdirêj têdikoşin. Mervan axaftina xwe wiha domand: “Berxwedana gelê Filistînê ya di navbera salên 1950-60’an de li ser parametreyên çep û demokratîk şîn bû. Rêxistina Rizgarkirina Filistînê (FKO), Tevgera El Fetîh, Eniya Demokratîk, Eniya Gel, Partiya Komunîst a Filistînê rêxistinên xurt û bibandor ên çepgir bûn. Tevgera Kurd jî di salên 1970 de bi ser heman bingehî derket holê. Ber bi dawiya salên 80’ê ve Tevgera Kurd li Sûriyeyê û Lubnanê bi cih bû. Ne tenê kurd, li gelemperiya cîhanê gelek tevgerên çep û netewî berê xwe didan vir. Berxwedana Filistînê wê demê xwedî bingehekî laîk bû. Lê pişt re hêzên çepgir û sosyalîst hêza xwe windakirin û rêxistinên cîhadîst bihêz bûn. Tevgera Filistînê piştî şerê 1982’yan rastî şikestineke cidî hat. Ji Lubnanê hate derxistin. Komkujiyên Sabra û Şatila pêk hatin. Demara çep hêzeke cidî winda kir. Di serê salên 90’î de Yekitiya Sovyetê têk çû û di asta kurewî de krîzek pêk hat. Çepê ev krîz derbas nekir û li cihên ku çepê terikandin avaniyên cîhadîst bi cih bûn.”
Şer bandorê li erdnîgariyê jî dike
Mervan anî ziman ku şerê diqewime gelê kurd ji nêz ve eleqedar dike û diyar kir ku sedema vê yekê ji ber erdnîgariya Kurdistanê ya li jeopolîtîk a li Rojhilata Navîn e. Mervan destnîşan kir ku encamên şer wê bandorê li hemû erdnîgariyê bike û wiha lê zêde kir: “Roleke girîng a dewletên Kurdistan di bin mêtîngeriyê de hiştine di van êrîşan de heye. Pirsên weke ‘ev şer wê belavî Lubnan û Yemenê bibe? Weke tê îdiakirin heke li pişt vî şerî Îran hebe dê li dijî Îranê operasyoneke leşkerî çêbibe? Tirkiye dê bi awayekî vekirî mudaxîl bibe?’ bi xwe re tîne.”
Mervan destnîşan kir ku divê kurd ji nêz vê vî şerî bişopînin li gorî geşedanan polîtîkayên demkurt û demdirêj pêşve bibin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Şerê Îsraîl û Hamasê dibe ku ji bo hin beşan çîrokeke romantîk be. Lê di qadê de pirsgirêkên jiyanî yên kurdan hene. Gelê kurd ji bo pêşeroja xwe diyar bikin qadekê vedikin û li aliyê din li dijî van qadan êrîşên cidî hene. Hawîrdora kaosê ya pêk hatî ji bo kurdan pirsgirêkên jiyanî bi xwe re hildigire. Divê kurd di vê pêvajoya gengeşiyê de li dijî pozîsyona hezên mêtînger û toz û dumana heyî amade bibin.”
Rojava bûye girava azadiyê ya civakan
Mervan bi lêv kir ku hawîrdora kaosê ya heyî tenê bi kêrî hêzên serwer nayê û wiha pêde çû: “Piştî şerên cîhanê û Şoreşa Cotmehê gelek welat azad û serbixwe bûn. Bihara Ereban û kaosa pitre bû wesîleya avabûna Rojava. Li Rojava giraveke azadiyê ku ji hemû gelan re bû îlham ava bû. Heke hûn ji aliyê aborî, siyasî, leşkerî û civakî ve amade bin û bibin xwedî vîn, hawireke kaosê jî dikare azadiyê peyda bike. Heke pozîsyoneke rast were girtin wê encamên rast jî bên bidestxistin. Ji ber ku tenê mazlum ji kaosê bi bandor nabin. Desthilat jî bi bandor dibin. Îro Îran û Tirkiye yên di nava welatên ku Filistînê dikin amûr de ne jî di nav kaosekê de ne. Tirkiye her roj êrîşî Rojava dike. Heke ev êrîş bêencam man û hatin pûçkirin wê demê dê kaos encamên cuda bi xwe re bîne.”
Pirsgirkên Rojhilata Navîn bi modela Rojava dikare bên çareserkirin
Mervan, bal kişand ser girîngiya modela nû ya jiyanê ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi ramanên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan şîn bûye û destnîşan kir ku ev paradîgma modeleke çareseriyê ye ku dikare ji bo Îsraîl-Fîlîstînê û pirsgirêkên din mînak bê girtin. Mervan di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Afirandina giraveke azadiyê ya bi vî rengî li qadeke mîna Rojava ku komên baweriyê yên pirneteweyî û cuda lê dijîn, gelekî zehmet e. Ev yek ji nêz ve bi paradîgmaya birêz Abdullah Ocalan re têkildar e. Li Rojava kurd ne tenê ji bo xwe, ji bo hemû gelan têdikoşin. Pêşerojeke ronî ji jinan re vedike. Ji vê hêlê ve netewperestî û mezhebperestî ne çareserî ye.”
Mervan, diyar kir ku li cihê ku kurd lê disekinin li aliyê azadiya gelan e û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Lê belê em li cîhaneke ku şer lê naqedin, mêtîngeran maseyên nû yên kuştinê danîn û qirkirin lê heye dijîn. Tevgera Azadiyê ya Kurd, dînamîkên din û mirovên xwedî baweriyên cuda divê bi vê zanibin; Em di tuneleke gelekî xetere re derbas dibin. Di dawiya vê tunelê de tunebûn jî, azadbûn jî û diyarkirina pêşeroja xwe jî heye. Ji bo vê jî her kesên ku li erdnîgariya Kurdistanê dijîn pêdivî bi avakirina yekîtiyê heye.”