Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Di daxwaza çûyîna Afganistanê de ‘Xewn û Xeyala Welatê Turan’

Tirkiye pir bi xwestek daxwaza parastina balafirgeha Kabîla Afganistanê dike. Gelek derdor vê daxwaza serokdewletê tirk Recep Tayîp Erdogan ya parastina balafirgeha Afganistanê bi NATO’yê ve gire didin. Li gor van derdoran desthilatdariya AKP-MHP’ê lewaz bûye. Di derve û hundir de li ber têkçûyînê ye. Ji bo ku xwe ji vê rewşê rizgar bike pêwîstî bi destekên siyasî û aboriyê heye. Niyeta xwe ev e ku bi parastina balafirgeha Afganistanê desteka aborî û siyasî ji NATO û ji destekdarên NATO’yê bigire. Di ancamê de bi vê desteka NATO û destekdarên wî dê karibe temenê desthilatdariya xwe dirêjtir bike.

Ev nirxandin ne xelet e. Di cih de ye. Lê gewhera daxwazê venabêje. Di vê daxwazê de hesabê xwe yê ‘mezintir’ û veşartî heye. Baş tê zanîn ku jeostratejîkbûna Afganistanê girîng e. Ji bo NATO’yê Afganistan di navbera Çîn û Rûsyayê de ciheke stratejîk e. Heke NATO li vir xwe serwer bike dê di navbera Çîn û Rûsyayê de bibe kelemeke tûj. Dê karibe bi destên hêzên lokal ên xwecihî serê Rûsya û Çînê ji pir aliyan ve biêşîne.

Lê NATO di pêşengiya Amerîkayê de ji bo desthilatdariya xwe li herêmê ava bike ji her aliyan ve xwe  ceriban û bi ser neket. NATO û Amerîka li hember Talîban têk çûn. Îro bi lez û bez hêzên xwe yên li Afganistanê vedikişînin. Afganistan û afganiyan ji ‘wijdan û merhemeta’ pergala Talîbanê re dihêlin. Ev bi serê xwe felaketeke mirovî ye. Lê mijara me ne ev e. Ji ber vê jî em vê mijarê li vir dihêlin.

Mijara me ev e ku desthilatdariya AKP-MHP’ê çima dixwaze biçe û bikeve nava ‘xetereyên’ Afganistanê. Tiştên ku NATO û Amerîka nikaribûn bikin dê hêza AKP-MHP’ê çawa karibe bike?  Ev pirs li bersiva xwe digere. Analîstên ku hinek haya wan ji nijadperestiya tirk a welatê ‘Turan’ heye zanin ku Afganistan di sînorên her sê welatên wek Turkmenistan, Ozbekistan û Tacikistanê de ye. Ev ji bo desthilatdariya AKP-MHP’ê keys û fesalek e. Ketina li wê ji bo nijatperestên ‘welatê Turan’ xewn û xelake mezin e. Ji bo hişmendiyeke wisa ev derfeta pir-pir kêm derdikeve holê. Desthilatdariya heyî ya tirk jî naxwaze vê keysê ji dest berde. Bi çar dest û lep hewl dide ku xwe biavêje ser vê keysê. Îro ev daxwaza veşarî ya Erdogan û Bahçelê ji bo NATO û Amerîkayê jî pozîtîf e. Destek didin. Ev destek bi mexseta parastina balfirgehê tê nîşandan. Lê di serî de Amerîka û partnerê xwe yên NATO’yê haya wan ji vê xwezî û miraza hişmendiya nijadperest a tirk heye. Bi vê zanebûnê jî destekê didin desthilatdariya AKP-MHP’ê, da ku biçin Afganistanê.

Mijareke din xetereya Talîbanê ye. Hemû derdor di nêrînek de digihîjin hev. Ew nêrîn jî ev e: “Di çûyîne Afanistanê de destûra Talîbanê nebe, siuda serketina hêza ku biçe Afganistanê ‘mucîze ye’. Di roja me ya îro de kes li ser mucîzeyan polîtîka ava nake. Di rewşeke wisa de Tirkiye dibêje: “Ez diçim.” Heke hêzek di van şert û mercan de daxwaza çûyîna Afkanistanê bike tenê bersivake heye. Ew jî bi Talîban re lihevkirin e. Di binê van rastiyên siyasetê de mirov dikare bêje: “Belê Tirkiye beriya ku biçe Afganistanê wek ajandeyeke veşartî li gel Talîban re li hev kirine. Li gel hev stratejiyên xwe damezrandine.”

Gelo haya NATO û partnerên NATO’yê ji vê mijarê nîn e? Ev ne pêkan e. NATO û Amerîka tirkan û Talîbanê ji herkesi baştir nas dikin. Li gel ku hêzên tirk li gel NATO’yê li Afganistanê bûn jî leşkerekî tirk bi zanebûn ji aliyê hêzên Talîbanê ve hedef nehatin girtin û pozê yek ji wan xwîn nekir. NATO vî baş zane. Bi vî zanebûnê destek dide daxwaza Erdogan. Bo ku di roja me ya îro de ev hevkarî xizmeta wan jî dike.

Berovajiyê NATO’yê rûs bifikar in. Divê ji herkesê bêtir jî bi fikar bin. Ji ber ku ev hesabê tê kirin diçe û di Qafkasyayê de derdikeve. Rûsya zane hemû nijadperestên ‘Welatê Turan’ bi van mirazan radibin û rûdinin. Heta niha nijadperestên xwediyê van mirazan her ku derfat bi dest xistine hewl dane ku di ser Azerbeycanê ango başûrê Qafkasyayê de derî li ‘Welatê Turan’ vekin. Lê bi ser neketine. Hemû hewldan li hember rûsan têk çûn.

Îro ev derfat di ser Afganistanê de derketiye pêşberî van derdoran. Desthilatdariya AKP-MHP’ê pê zanin ku Rûsya di ser Afganistanê de li hember Talîban û El Kaîde têk çû. Ev ji bo AKP-MHP’ê wek referansek e. Hêvî dide wan. Ji ber vê lez didin xwe. Daxwaza çûyîna Afganistanê geş dikin. Ji niha ve dibêjin; Ev çûyîn ji bo avakirina ‘Rêya Ewlehiya Asyaya Navîn û Tirkistanê’ ye.

Li ser mijarê fikarên Rûsyayê hene. Bertekên xwe diyar kirin. Lê ev bertek tenê di çorçoveya daxwuyaniyan de man. Ji ber vê jî li pêşiya daxwazên çûyîna Tirkiyeyê nebû astek. Heke Rûsya vê mijarê cidîtir negire dest dê di serdemên nêz de Tirkiye li gel partnerên xwe yên li herêmê eniyeke mezin a li dijî rûsan birêxistin bike. Ev şert û merc li wê herêmê bêtir hene.

Nûçeyên Têkildar