PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Cuma - 22 Kasım 2024

‘Di dema AKP’ê de 47 hezar û 835 kesan xwe kuştin’

Serokê Odeya Bijîşkên Enqerê Prof. Dr. Vedat Bûlût di civîna çapemeniyê ya derbarê xwekuştinên van rojan de zêde bûne axivî û diyar kir ku serdema AKP’ê de 47 hezar û 835 kesan xwe kuştine

Nûnertiya Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger a Tirkiyeyê (DÎSK) a Enqereyê, Platforma Şaxa Konsederasyona Sendîkayên Kedkarên Çemawerî (KESK) ya Enqereyê, Lijneya Koordînasyona Yekitiya Odeyên Endezyar û Mîmar a Tirk (TMMOB) a Enqereyê, Odeya Bijîşkên Enqereyê (ATO), Odeya Jimargir û Şêwirmendê Malî ya Serbest a Enqereyê (ASMMMO) li Yekitiya Mulkiyetan derbarê xwekuştinên ku demên dawî zêdebûn de civîna çapemeniyê lidar xistin.

Serokê ATO’yê Prof. Dr. Vedat Bûlût daxuyaniya hevpar da û wiha got: “Ji ber polîtîkayên 17 salan ên desthilatdariya AKP’ê, krîzeke aborî ya kûr tê jiyîn. Di encama polîtîkayên aborî yên desthilatdariyê de, bêkarî, xizantî û barê deynên giran zêdetir dibe. Ji ber vê hêviyên gelek welatiyan ji destên wan tên girtin û ji ber pirsgirêka debarê welatî dawî li jiyana xwe tînin.”

47 hezar û 835 kesan xwe kuştin

Bûlût anî ziman ku di 17 salên desthilatdariya AKP’ê de bi giştî 47 hezar û 835 kesan xwe kuştine û wiha domand: “Tê gotin ku rojê 8 kes întîxar dikin. Li Tirkiyeyê, di destpêka salên 2000’an de salê 2 hezar kes întîxar dikirin. Ev hejmar di sala 2012’yan de derket 3 hezarî û di navbera salên 2014 û 2017’an de jî ev hejmar derket 9 hezar û 479’an. Tenê di sala 2018’an de bi giştî 3 hezar û 161 kesan xwe kuştin.”

Cînayetên civakî

Di daxuyaniyê de Bûlût întîxarên komî yên di demên dawî pêş ketin de jî wek ‘Cînayetên civakî’ penase kir û wiha domand: “Ev berhemekê krîza aborî ya dixwazin ser binixumînin e. Li dijî xwekuştinan, fermana ‘bûyerên xwekuştinên ên bi siyanure nekin nûçe’ dan saziyên çapemeniyê. Bi vê dixwazin pêşiya xwekuştinan bigirin.”

Di kampûsa meclisê de tene 29 kesan xwe kuştin

Her wiha Bûlût destnîşan kir ku desthilatdarî bi van pirsgirêkan welat ber bi zinaran ve dibe û daxuyaniyê wiha bi dawî kir: “Ji bo ku bûyerên xwekuştinê yên li meclisê bên lêkolînkirin, pêşniyazpirs hat dayîn, lê AKP û MHP’ê ev ev pêşniyaz red kirin. Ji sala 2010’an ve di kampûsa meclisê de 29 kesan xwe kuştin. Hewldana veşartina pirsgirêkan vale ye. Di serdema ragihandinê de ev yek ne pêkan e. Heviyên pêşerojê yên welatiyên me têk birin. Di civakê de hesta baweriyê kêm bûye. Êdî baweriya welatiyan bi dewlet û hikûmetê nemaye. Baweriya edalet û dewletê nemaye. Sedema vê jî polîtîkayên AKP’ê yên perwerdê, tenduristiyê, aboriyê û îstîhdamê ne. Yên ku di qesran de jiyaneke bi şatafat dijîn, bi polîtîkayên israfê gel xizan dikin. Nelirêtiyê xizantî pêş xistiye.” ENQERE

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar