Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...
Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Di dema herî tarî de hêvî çêdibin!

Di demê herî hêvî diqedin de, hêviyên nû û lêgerînên nû destpê dikin. Yan divê yan xwe ji vê rizgar bike, yan jî teslîmî wê bibe. Teslîmbûn wate mirin, rizgarbûn jî serfirazî ye. Nexwe di vê qonaxa de ku gelek kes hêviyên xwe bi sedemên cûda û mercên heyî dawî kirine, divê êdî biryarek bide.

Qonaxa borî û pêşiya me em dikarin bêjin, qonaxên pir girîng bû. Hema bêje piranî hêvî li ser hatibûn girêdan û weke rêya herî dawî ya xilasî û tarîtiyê gelek kesî pênase kiribû û xwe li gorî wê amade kiribû. Her çendî hilbijartin bi dilê gelek ji me nebe, lê nayê wata ku her tişt qediya û bikevin nava bêhêvîtiyeke mezin.

Her kes zane ku rewşa hilbijartin û desthilata heyî xwedî hişmendî û fêlbaziyên çawa ye, çawa hikûmet û hemû sazî xistiye destê xwe. Dema ku mirov li gorî vê rewşê binêre, wê bizane ku encama derketî çi bûye? A rast diviya bû hem mûxalefet û hem jî partiyên dijberî Erdogan ketibûn rikberiyê ji ya heyî sed qatî wê kar bikirina. Her çendî hat kirin, lê têrê nekir ku dawî li vê desthilatdariyê bîne.

Ji bo wê ye ku Erdogan teqez wê hesabê vê yekê bixwaze, wê bi vê serxweşiya desthilatê ya ber bi sala 22’an ve diçe wê zêdetir ser mûxalefetê û taybet kurdan bê. Vê carê siyaseta wî, ji berê tundir û hewl bide bi şirîkên xwe yên nû, bi ser mûxalefet û kurdan biçe.

Bi taybet bi hestê nîjatperestî wê li metrepolan mûxalefetiya tirk û li bakûrê Kurdistanê jî bi Huda-Par û Hîzbûlahan êrîşî ser kurdan bike. Ji xwe salên 90’î kiryarên hîzbûlah û kontra li ber çav e.

Erdogan wê bi vê rêbazê hem bikare mûxalefetê bêdeng bike, dîsa bi kiryarên kontra û hîzbûlahan xwe ji kiryarên der mirovî yên li bakûrê Kurdistanê li ser kurdan bê kirin, biparêze. Di her rewşeke ne li bendê de jî, van hêzan ji kiryaran berpirs bigire û xwe wisa binixûmîne. Ji vê rizgar bike.

Ji xwe di vê çarçoveyê de bi Huda-Par û Hîzbûlahan re Erdogan li hev kir. Ji ber ku şanseke Erdogan ku bikare vê hilbijartinê bi Bahçelî re biserbixe nebû. Her tişt da ber çav, hemû pîvan û rêgezên navxwe binpê kir, bi van aliyan re li hev kir.

Lê ev alî jî tenê ji bo ku Erdogan bi ser bikeve tifaq nekirin, elbet daxwazên wan jî hene. Huda-Par bikare li bakûrê Kurdistanê serweriyê bike, tifaqa kurdî zeîf bike û xwe weke alternatîfek bide nîşandan û nûnertiyeke sexte ava bike. Hem bikare vî rengî çavê Ewropa û hiqûqa navneteweyî ku zexteke mezin li ser Erdogan e, bide alî. Li milê din  zextên li ser partiya xwe û dîsa taybet Hîzbûlahê ku ji aliyê dewletê ve hatibûn girtin, bê azadkirin û li nava qada siyasî bikare cihek ji bo xwe peyda bike. Hebûna xwe hem siyasî û hem îdeolojî xurt bike.

A li vir girîng  gelo Erdogan wê di vê qonaxê de çiqasî pêşiya Huda-Par û Hîzbûlahê veke? Gelo wê bihêle weke rêxisina Fethullah Gulen lê bê? Piştre bi mîzanseyeke darbeya 15’ê tîremeha 2016’an li ber van bike yan na? Wê dem diyar bike, lê ya dixuyê wê ne tiştek pir cuda bibe.

Her wiha ev aliyeke madalyonê ye yê dixuyê, yê naxuyê û tarî xedartir e. Gelo weke mûxalefet û kurd wê li ber vê eniya xedar çi bike? Plan û bernameya wan a bikare vê tifaqa faşîst hilweşîne û li aliyê din siyaseta demokratîk ku bikare Tirkiye û Kurdistanê ji vê faşîzmê rizgar bike, çiye? Hêz û kêrhatiyên wan têra vê dike an na? Gelo wê weke heta niha bimeşe, yan jî na? Ev pirs û gelek pirsên din mirov dikare rewşê bixîne ber lêpirsînê.

Li vir mîna her demê rola kuran û siyaseta xeta siyem a kurdan tim wê diyar ker be. Careke din hate nîşandan ku kurd li ser ya xwe ne, li ser gotina xwe ne. Soza da li dûne. Ji bo wê divê mûxalefeta Tirkiye û hêzên sosyalîst-demokratîk vê yekê baştir bibîne. Zêdetir piştevaniya kurdan û partî û rêxistinên nûnertiya kurdan Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Partiya Çepên Kesk (YPS) bikin.

Di vê qonaxa babelotê ya li pêşiya Tirkiyeyê de ji her demê zêdetir wê pêwîstiya gelên Tirkiye bi kurdan û yekîtiya hêzên demokratîk û sosyalîst ên li ser axa Tirkiye dijîn hebe. Ji ber ku pêvajoya heyî, gav bi gav pêvajoyek dîktatorî xwe zêdetir xurt bike, li gel aliyên tarî bi cih bibe û bi destê wan kiryarên nemirovî bide kirin. Niha halê hazir hema bêje, li Tirkiye jiyana her kesê gotinek ji rêzê ne bi dilê desthilatê bike, dikare bi destê van hêzên tarî bê kuştin û windakirin. Nimûneyên vê pir e, herî zêde xelkê Tirkiye vê dizane û şahidî ji vê re kiriye.

Ji bo wê ye, eger ku siberojek ji bo xwe dixwazin û dixwazin azad bijî, serfiraz bijîn divê piştevaniya xeta siyem bê xurtkirin û li dijî hişmendiya dîktator, faşîzan, hîzbûlahî û kontra têkoşînek pir alî û bi îrade lazime.

Nûçeyên Têkildar