Jinûve avabûna PKK’ê nedihat wateya wergirtina nasnameyeke nû lê belê ne kompya demên berê bû. Ya ku rû da pêşketineke ji rêzê ya hejmarî nebû, pêşketineke ji aliyê wesf û kalîteyê bû. Ji aliyê nasnameyê ve ya ku hat guhertin ne tenê di nava PKK’ê de bû, di nava civaka kurd a nûbûyî de jî veguherînek di asta wesfê de pêk hat. Jixwe ve veguherîna nasnameyî encama pêşketina diyalektîk a navbera herduyan bû. Girîng e ku pênaseya nasnameyê ya PKK’ê ku xwe ispat kiriye bi rengekî şênber bê kirin û hin encamên gerdûnî jê bên derxistin.
PKK partiya berê ya netewe dewletê ya reel sosyalîzmê nîne
a- Beriya her tiştî, bigiştî partî bi taybetî jî PKK partiyeke netewe dewlet a berê ya reel sosyalîzmê nîne. Bi rengê pîvanî qebûl dike ku partiyên sosyalîst hemû divê bi armanca dewletê neyên avakirin. Sosyalîzm bi cîhaza dewletê ya modern nabe bê avakirin. Cîhaza dewletê li dijî xwezaya sosyalîzmê ye. Netewe dewlet a modernîteya kapîtalîst, ji ferzkirinên bingehîn ên pîvana qezenca zêde ya kapîtalîzmê ye. Sîstema qezencê ya kapîtalîst bêyî netewe dewletê pêk nayê. Her sîstema netewe dewletê pêwendiya xwe bi pêkhatina qezenca kapîtalîst e. Di reel sosyalîzmê de jî rewş cuda nîne; her wiha hebûna kapîtalîzma burokratîk hîn bêhtir pêwîstiya bi netewe dewletê destnîşan dike. Eger reel sosyalîzm nebû sosyalîzm di vir de rola avaniya netewe dewletê diyarker e. Herikîna ji partiyê ber bi dewletê, ji dewletê ber bi partiyê ve bi înkarkirina demokrasiya sosyalîst bi encam dibe. Civaka komunîst ku di teoriyê de civaka bêdewlet e, pêwîstiya cewherî ya derbasbûna sosyalîzmê ye ya bêyî bikaranîna amûra dewletê. Sosyalîzm tenê bi jiyîna her aliyên demokrasiyê dikare pêk were. Sosyalîzm bêyî demokrasiyê nabe, ji bilî demokrasiyê bi rêyeke din qet ava nabe. Sosyalîzm tenê bi jiyaneke demokratîk a bi tevlibûna herî berfireh dikare ava bibe.
Demokrasî nayê wateya bêotorîteyê
Lewma taybetmendiya sereke ya partiyên sosyalîst ew e ku weke prototîpa demokrasiyê ava bûne. Partiyeke ku xwe demokratîk nekiribe nikare civakê jî demokratîk bike. Demokrasî nayê wateya bêotorîteriyê. Ji otorîterya dewletê cudatir, otorîteya demorkatîk di şert û mercên civaka sivîl de pêkan e. Dewlet bi redkirina civaka siyasî pêk tê, lê demokrasî berevajî vê yekê bi hebûna civaka siyasî ava dibe. Civaka siyasî jî civaka azad e. Dema ku siyaset ji bo berjewendiyên jiyanî yên civakê tê nirxandin, hingî tê wateya hêza fikir, biryar û çalakiyê. Civakên ku siyasî nebûne, nepêkan e ku çarenûsa xwe diyar bikin û xwe demokratîk bikin. Di navbera siyaset, azadî û demokrasiyê de têkiliyên ku ji hev qut nabin hene. Yek nebe ya din jî nabe.
Partiyên sosyalist nabe ku modelên desthilatdariyê ji xwe re bikin mînak
Di rewşeke wiha de partiyên siyasî tenê weke prototîpeke civaka siyasî ya azad û demokratîk dikarin bibin xwedî nasnameyê. Nikarin ku modelên desthilatdariya dewletê ji xwe re bikin mînak. Dewlet û desthilatdarî yekdestiya mêtingerî û hêzê ne. Li gel saziyên birêvebirina civakê jî rola van saziyan kêm e. Ji bo rewakirina yekdestiya hêzê û mêtingeriyê bi kar tînin. Ev rastî hemû têrê dikin ku partiyeke sosyalîst çima nikare bi armancên desthilatdarî û dewletperestiyê bê avakirin û ji bilî demokrasiyê nikare bi rêyeke din ava bibin.
Modernîte
b- Partiyên sosyalîst ku saziyên modern e, berpirsyariya xwe heye ku li dijî modernîteya kapîtalîst, modernîteya alternatîf biafirînin. Modernîte gotineke notr nîne; pênaseyeke ku bingeha xwe ya çînî, siyasî û îdeolojîk heye. Li gel modernîteya serwer her wiha tîpên cuda yên modernîteyê jî hene. Modernîteya demokratîk di nava van de ya sereke ye. Modernîte tê wateya serdemên civakî ku di nava wan de cudahiyên bingehîn hene. Her serdema modernîteyê ji aliyê îdeolojîk, siyasî, aborî, teknîkî û zanistî ve taybetmendiyên xwe yên xweser hene. Serdemên destpêkê, navîn û nêz, her yek ji wan modernîteyekê temsîl dikin. Her wiha her modernîte jî li gorî xwe xwedî şêweyên çîna serwer, teknîk, îdeolojîk, siyasî û aborî hene. Her yek ji wan li gorî vî şêweyê serwer dibin xwedî karakterê. Rêbaza danheviya kapîtalîst mohra xwe li serdema me, yanî li şert û mercên me yên jiyana modern dixe. Tevî vê yekê jî ev serdem nabe ku bi her awayî weke malê kapîtalîzmê bê nîşandan. Eger reel sosyalîzm bi kapîtalîzmê bi encam nebûya, dikarîbû mohra modernîteyê li xwe bixista. Jixwe demeke dirêj bi vî rengî hat fêhmkirin. Partiyên sosyalîst heta ku hêmanên bingehîn ên kapîtalîst ji ser xwe neavêjin (rêbaza danheviya kapîtalîst, netewe dewlet û endustriyalîzm), heta ku li hemberî wan tênekoşe nikare mohra modernîteyê li xwe bixin. Reel sosyalîzm ji ber ku li dijî hemanên modernîteya kapîtalîst tênekoşiya, berevajî jê re kiras çêdikir, bi kapîtalîzmê biencam bû. Partiyên sosyalîst tenê dema ku hêmanên xwe yên modernîteyê (neteweya demokratîk, endustriyalîzma ekolojîk û aboriya bazara sosyalîst) ava kir, hingî dikarin modernîteya kapîtalîst ji ser xwe biavêjin û di modernîteya xwe de bibin xwedî rola diyarker.
Rola pêşengiyê ya PKK’ê
PKK nikarîbû qîma xwe tenê bi jiholêrakirina netewe dewletê bianiya; ji bo karibe bi rola pêşengiyê rabe diviyabû weke prototîpa hêmanên modernîteya demokratîk xwe ava bikira. Avakirina civaka kurd bi rengê neteweyeke demokratîk, wezîfeya sereke ya serdema nû ya nasnameya PKK’ê bû. Ji bo karibe vê wezîfeya xwe bi ser bixîne jî diviyabû sîstema xwe bike alternatîfa hêmanên modernîteya kapîtalîst. Di bûyîna prototîpa modernîteya demokratîk û xwebûnê de cudahiyên girîng hene. Heta ku nebe prototîpa modernîteya demokratîk zehmet e ku bibe civakî û bi rola pêşengiyê rabe. Jixwe partî ji bo jiholêrakirina vê zehmetiyê hene; ev zehmetî jî tenê bi pêşengiyê dikare ji holê rake. Di navbera hemênên modernîteyê de li qadên îdeolojîk, polîtîk, aborî û hwd. têkoşînek heye. Di encama vê têkoşînê de diyar dibe ku kîjan modernîte bi rola sereke radibe. Partî jî hêza pêşeng a vê têkoşînê ne.
Di nasnameya nûbûyî ya PKK’ê de li şûna agahiyên biçûk ên li ser mêtingeriya kapîtalîst, pêşdîtineke xurt a xwe dispêre nirxandina modernîteya kapîtalîst û paradîgmaya nû ya teoriya modernîteya demokratîk derbasdar e. Ne tenê modernîteya kapîtalîst bi hemû hêmanên xwe analîz dike, li ser bingeha dîrokî ya modernîteya demokratîk ku alternatîfê wê ye, hêmanên serketinê, bername, stratejîk û taktîkên wê diafirîne.
Hêza pêşeng a nû prototîpa civaka demokratîk e
c- Bûyîna hêza pêşeng her çend modelên partîbûna klasîk tîne bîra mirovan jî di navbera wan de cudahiyên cewherî hene. Hêza pêşeng a nû prototîpa civaka demokratîk e. Civaka neteweya demokratîk jî modela pêşîn a civakê ye. Mîna berê hevgirtina bername, stratejîk û taktîkê îfade bike jî naveroka van pênaseyan bi rengekî girîng guherîne. Stratejiya wê, hêmanên modernîteya demokratîk ji xwe re dike bingeh. Bernameya wê jî pîvanên ku dê hêmanên wê çawa bên avakirin diyar dike. Tatkîka xwe jî nîşan dide ku pîvanên programatîk di çarçoveya stratejiyê de bi kîjan hêman, amûr û têkoşînê dikare bixe meriyetê. Bernameya wê li gorî paradîgmaya modernîteya demokratîk armancên polîtîk, aborî, civakî, çandî, xweparastin û dîplomatîk diyar dike, destnîşan dike ku stratejiya wê bi kîjan armancan bi kîjan hêz û taktîkê dikare bên pêkanîn. Di nava neteweya demokratîk, endustriya ekolojîk û bazara sosyalîst de aboriya civakî hêmana stratejîk a bingehîn e. Hêmanên taktîkî yên bingehîn jî ji bicihanîna hêmanên stratejîk û armancên bingehîn cûreyê têkoşînê û rêxistiniyê diyar dikin.
Wezîfeya bingehîn a PKK’ê ya di dema nû de
Wezîfeya bingehîn a PKK’ê ya di dema nû de ji demên berê cudatir e. Li gel bandora îdeolojîk a dema komê û bandora polîtîk a wê demê ku şer esas bû, her wiha divê daxwaza jiyana azad û nasnameya kurd a bi dest ketine veguherîne avakirina neteweya demokratîk. Her du qonaxên destpêkê ji bo avakirina neteweya demokratîk danheviyên hêja bûn. Lê belê avakirina neteweya demokratîk hîn jî weke wezîfeyekê li pêş e. Lewma hevgirtina bername, stratejî û taktîkê ya dema bû, vê avakirinê ferz dike. Em ê berfirehiya vê mijarê di beşa KCK’ê de binixînin. Têkiliya PKK’ê ya bi KCK’ê re di vir de girîng e. Hêza îdeolojîk, polîtîk û rêxistinî ya PKK’ê di çarçoveya KCK’ê de ji bo bicihanîna wezîfeyên xwe divê têrê bike.
Kapasîteya îdeolojîk a PKK’ê xurt bûye
d- Weke ku ji van gotinan tê fêhmkirin, kapasîteya îdeolojîk a PKK’ê bi sosyalîzma zanistî û rexnekirina sîstema reel sosyalîst xurt bûye. Li şûna nêzîkatiyên hişk, nêzîkatiyeke lêpirsîner nîşan dide. Di fikra diyalektîk û bicihanîna wê de pêşketin heye. Ji berê bêhtir dikare rewşa şênber binirxîne û veguherînên pêwîst pêk bîne û hêzê dide jiyana azad. Mesafeya navbera îdeolojî û sosyolojiyê kêm kiriye. Cudahiya navbera sosyolojî û sosyalîzma zanistî kêm bûye. Danûstandina navbera fikrê îdeolojîk, sosyolojîk û sosyalîst a zanistî hevgirtî bûne. PKK di vê mijarê de partiya herî îdeal e. Hêza esasî ya partiyeke sosyalîst bi meyla xwe ya li zanistiya civakî tê pîvandin. Hêza xwe ya diyarker ji ber pêwendiya xwe ya bi zanistiya civakî re ye. Di kapasîteya xwe ya îdeolojîk û sosyolojîk de para zanistî çiqasî bi pêş bikeve, rola wê ya pêşengiyê jî ewqasî bi pêş dikeve.
PKK li cîhanê yek ji partiyên sereke ye
Asta polîtîk a PKK’ê li gorî berê gelekî bi pêş ketiye. Kapasîteya polîtîk ji ber ku hîn bêhtir bûye xwedî tecrûbe, PKK di vê mijarê de li cîhanê yek ji partiyên sereke ye. Li gel dorpêçiya berfireh a modernîteya kapîtalîst jî ger nikare bê tasfiyekirin, ev yek bûye sedem ku ji aliyê polîtîk de hîn bêhtir bibe xwedî tecrûbe û hêz. Polîtîkbûna civaka kurd bi polîtîkbûna li nava PKK’ê re di zikhev de û bi xurtkirina hev pêk hatiye. Gelê kurd di dema herî xurt a polîtîkbûnê de ye. Ev rastî ji bo PKK’ê jî derbas dibe.
(Ji pirtûkên Rêberên Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye berhevkirin)
Çavkanî: ANF
Abdullah Ocalan: Em diketin nava pêvajoyeke hîn mayinde û nikare bê tasfiyekirin