Tirkiye bûye yek ji welatên herî zêde mafê zarokan lê tê binpêkirin. Cejn bi zarokan dibe cejn lê li Tirkiyê û Kurdistanê bi sedhezaran zarok di temenên biçûk de di karên giran de dixebitin û haya wan ji cejnê nîne. Zarok di kolanan de barê jiyanê didin pişta xwe. Her wiha dîsa bi sedan zarok li girtîgehan di nav 4 dîwaran de ji maf û xeyalên xwe bêpar in. Li Tirkiyeyê û bi taybetî jî li bakurê Kurdistanê zarokên kurd ji ber polîtîkayên taybet dibin hedef û tên kuştin. Derbarê kiryarên zarokan de heta îro jî tu çareseriyeke hiqûqî pêk nehatiye, nehatine cezakirin û dijberî vê gelek zarok bi destê dewletê qontra hatine qetilkirin.
Komkujiya Zarokan
Ji ber polîtîkayên bêcezahiştinê hejmara zarokên ku tên qetilkirin roj bi roj zêdetir dibe. Bi taybet piştî gotinên serokomarê faşîst û xwînmij Erdogan ên sala 2006’an ku dema derbarê bûyerên li Amedê rû dabûn de gotibû “Jin be jî, zarok be jî divê tiştê pêwist bê kirin” qetilkirina zarokan bi awayekî sîstematîk pêk hat. Bêguman li cihê ku zarok bên qetilkirin, ji mafên xwe bêpar bên hiştin meriv nikare behsa cejnê bike. Ji bo kurdan gava qala cejnê tê kirin çavên Ceylan Onkol tên bîra meriv, Ugur Kaymaz ê 12 salî li ber deriyê mala xwe hate qetilkirin, cenazeyê Cemîle Çagirga ya bi rojan di sarincê de hate parastin. Berkîn Elvan di 15 saliya xwe de hate kuştin. Alî Îsmaîl hate lînckirin. Her wiha di sala 2011’an de li Gundê Roboskê yê Qilebana Şirnexê 17 jê zarok 34 kes di encama bombebarana artêşa dewleta dagirker de hatin qetilkirin. Komkujiya Roboskê di heman demê de wekî Komkujiya Zarokan jî tê pênasekirin.
Çekek kuştinê jî bi wesayîtên zirxî ye
Li gorî rapora Komeleya Mafên Mîrovan( ÎHD), “Di 10 salên dawî de herî kêm 63 êrîşên wesayîtên zirxî pêk hatine. Di encama 63 êrîşan de; 16 jê zarok 6 jin bi giştî 36 welatî hatine qetilkirin. Herwiha bi kêmanî 85 welatiyên ku di van bûyeran de birîndar bûn jî gelek parçeyên bedena wan di warê fizîkî de kêm man.”
Çend zarokên ku ji hêla dewletê ve hatine qetilkirin wiha ne:
-Ceylan Onkol (12), di 28’ê Îlona 2009’an de dema ku li çiyayê gundikê Xambaz ê girêdayî gundê Kanîsipiyê yê navçeya Licê ya Amedê sewal diçêrandin bi topa hawanê ku ji qereqolê hat avêtin hat qetilkirin. Ji Ceylanê ji bo me tenê wêneyekî wê yê ku di 7 saliya wê de hatibû girtin û awirên çavên wê yên reş û gir man.
-Li navçeya Qoserê ya Mêrdînê di 21’ê Mijdara 2004’an de Ugur Kaymaz ê 12 salî bi bavê xwe Ahmet Kaymaz re li ber malê polîsan gule li wan reşand û ew qetil kirin. Polîsan 13 gule li bedena Ugur Kaymaz ê 12 salî barandin. Her wiha polîs çeka keleşê jî danî ber serê wan. Piştî bûyerê bi demek kin Walîtiya Mêrdînê daxuyanî da û Ugurê biçûk û bavê wî wek “terorîstê amadekariyê çalakiyê dikir” ragihand.
-Di 4’ê Îlona 2015’an de navçeya Cizîrê ya Şirnexê ji aliyê bi hezaran tîmên taybet ve hat dorpêçkirin û ji aliyê Walitiya Şirnexê ve bi ragihandina qedexeya derketina derve re êrîş û topbaran hat destpêkirin. Li navçeyê êrîşan 9 roj berdewam kir. Di 12’ê Îlonê de qedexe hat rakirin. Cemîle Çagirga (10) li hewşa mala xwe dibe armanca êrîşan û tê guleberankirin û li hewşa malê jiyana xwe ji dest dide. Ji ber ku nehiştin cenazeyê Cemîleyê rakin nexweşxaneyê, ji bo ku cenaze xera nebe, dayika Cemîleyê dest û porê keça xwe hine kir û di sarincê de veşart.
-Enes Ata (8) di sala 2006’de li Amedê ji aliyê dewletê ve hat qetilkirin. Heke Enes nehata qetilkirin îro dê di nav ciwanan de bûya.
-Li navçeya Sûrê ya Amedê di dema qedexeyên derketina derve de di 12’ê Cotmeha 2015’an de Hêlîn Şen ku diçû nan bigire bi guleya ji wesayîta zirxî ya kobra hat avêtin hat qetilkirin.
-Li navçeya Bîsmîlê yê Amedê zaroka 8 salî Elîf Şîmşek, di dema qedexekirina derketina derve de êrîş lê hat kirin û jiyana xwe ji dest da.
-Li navçeya Bîsmîlê ya Amedê Berat Guzel ê 12 salî bibû hedefa polîsan û hat qetilkirin.
-Li Şirnexê ji Bişeng Goran a 12 salî ji ber guleyên polîsan bi giranî birîndar bû. Bişeng li Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê jiyana xwe ji dest da.
– Li Mêrdînê Mugdat Ay ê 12 salî ji ber êrîşên dewleta tirk li Nisêbînê di sala 2016’an de jiyana xwe ji dest da.