Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Di dorpêça qirkirinê de stêrka vejînê Şengal!

Mem Avba |

Ji sala 2014’an ve Şengal ji rojeva Rojhilata Navîn û cîhanê derneketiye. Dema ku tevgera herî xedar a dîrokê DAIŞ derketî, piştî Mûsilê yekser berê xwe da Şengalê û trajediya mezin li vê derê pêk hat. Çimkî Şengal xwedî ernîgarî, dîrok, çand, civak, baweriyeke cêwaz bû; Êzidî bû… Şengal, lewre êzidayetî ji kurdan re, ji dîroka kevnar a civakbûn û şaristanî emanet mabû. Lê belê xiyanet li vî emanetê pîroz hat kirin; li ber çavê cîhanê, bi bêarî û hovîtî..!

Kurdên ku gihiştî hewara vî emanetê xwe yê ji nirxên wan diyarî mayî, nehiştin ev feraseta qirker bigihije armanca xwe. Lê belê ew roj ev roj e vê feraseta tarî, qirêjiya reş dev ji armanca xwe bernedaye…

Şengala ku xiyanet lê hatî kirin, ji hovîtiya DAIŞ’ê re hatî pêşkêşkirin, hebûna xwe bi pêşengiya Tevgera Azadiya Kurdistanê parast û xwe ji xweliya xwe afirand. Sîstema xwe ya xwerêveberiyê, hêzên xwe yên ewlehî û parastinê, sazî û dezgehên pêwîst ên xizmeta gel ava kirin. Cara yekem bû civaka êzidî xwe birêve dibir; di derbarê xwe, çarenûsa xwe de biryarên xwe dida û pêk dianî…

Dewleta Iraqê ku di destê zilhêzan de bûye pêlîstok, ne beriya fermanê, ne jî piştî wê bi qasî serê derziyê xizmetek ji êzidiyan re nekiriye, berpirsyariyên xwe yên dewletbûnê pêk neanîne. Niha Xweseriya Şengalê ya bi bedel û nirxên giranbiha pêk hatî dike armanc. Civaka êzidiyên, li hemberî êrîşên DAIŞ’ê hem xwe, hem jî şeref û kerameta pêkhateyên Iraqê û dewleta Iraqê parastî, niha tune tê hesibandin û hewla tasfiyekirina wê tê dayîn.

Lewre şengalî bi hemû pêkhateyên xwe vê rêkevtina ku tu qîmeta wê li ba gel nîne, weke berdewama qirkirin û fermanan dibînin!

Ya sosret jî ew e ku ev rêkevtina ku tasfiyekirina deskeftiyên Şengalê hedef dike, ji aliyê du aliyên ku gotineke wan li ser êzidiyan nîne ve hatiye girtin. Li aliyekî dewleta Iraqê ku nîvê dewletê radestî DAIŞ’ê kirî; li aliyê dîtir hikûmeta Başûr ku Şengal bi êrîşên DAIŞ’ê re rû bi rû hiştî û baz dayî, civaka êzidî terkî qirkirinê kirî, li ser Şengalê rêkevtin û plangeriyan çêdikin.

Ev rêkevtina ku bi bazarî û hesabên tarî hatî kirin, ne ji bo berjewendî û qenciya Şengalê; weke şengalî dibêjin, careke dîtir ji DAIŞ’ê re derî vekirine, biryara qirkeriya civak û baweriya qedîm Êzdayetiyê ye!

Baş e dewleta Iraqê û hikûmeta başûrê Kurdistanê ku ji nelirêtî, gendelî, qeyran û aloziyan nikare serê xwe rake, bi serkêşiya zilhêz û Mustafa Kazimî çima berê xwe dide Şengalê, dê çawa ‘pirsgirêk’ên Şengalê çareser bikin gelo? Her du aliyan jî heta niha tiştek ji Şengalê re kirine ku dê ji niha û şûnde bikin?!

Şengal, ne tenê li Iraqê, niha di qeyranan Rojhilata Navîn de herêma herî bi ewle û aram e. Gel, piştî fermanê ji saziyên xwe yên civakî, xizmetguzarî, ewlehî hwd. avakirine û ji nû de Şengalê ava dikin. Li ser banga Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê (MXDŞ) xelkê êzidî rêjeyeke bilind vegeriya Şengalê. Şengalî, di serî de êzidî, bi pêkhateyên xwe şîa, sunnî, şebek, kurd, ereb, tirkmen û hwd. bi hemû çand û bawerî û neteweyên xwe ve di nav aştî û pêkvejiyanê dijîn. Ya ku her du aliyên rêkevtinê nerehet dike her hal ev e!

Belê Şengal ji aliyê jeo-stratejî û jeo-polîtîk ve xwedî erdnîgariyeke girîng e. Ji dîroka kevnar heta niha bûye herêma sînorê Kurdistan û Erebistanê. Dîsa li ser sînorê du dewletên herî bi aloz û qeyrana şaristaniyê dijîn Iraq û Sûriyeyê ye. Di nîvgirava ereb-suniyan de, rengê xwe yê êzdayetî parastiye. Her wiha li ser ‘hîla şîa’, ‘hîlala sunnî’, ‘hîlala kurdî’, ‘hîlala tirkî’ cih digire, her alî li gorî xwe li ser Şengalê xwedî hesab, plangeriyê û angaştane.

Dewleta Iraqê ji bo ne xwedî wê hêz û derfetê ye û naxwaze eniyeke nû li dijî xwe veke, dixwaze dîsa bi polîtîkayên hêsan ên serdest û dagirkeriyê bi sedsalan kirî, ‘Hêzên kurdî bînin pêşberî hev’ û di nav de jî xwe weke hewariyê rizgariyê teqdîm bike!

Di van demên ku herî zêde pêwistiya kurdan bi yekrêzî, tifaqê heyî de ku bi êrîşên qirkirineke xedar re rû bi rû ne de mixabin hin aliyê hikûmeta başûrê Kurdistanê jî ji vê lîstokê re dibin amûr û dixwazin careke dîtir di nav tevahiya kurdan de rolekî neyînî bilîzin.

Heke armanc çêkirin û çareserî be fermo; li Şengalê îradeyeke gel pêk hatiye, destkeftî çêbûne. Ya dikeve ser milê hemû aliyan, naskirin, parastin, pêşxistin û misogerkirina vê statuya Şengalê ye. Ji bilî vê her cure nêzikatî ji aliyê xelkê Şengalê ve hewldanên neyarî û niyetxirab tên dîtin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar