Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Pazartesi - 7 Ekim 2024

Di dorpêça xwînî de heta niha 6 zarok mirin

Ji destpêka dorpêça Hikûmeta Federal a Kurdistanê ya li ser Wargeha Penaberan a Mexmûrê ve li wargehê 6 zarokan jiyana xwe ji dest daye. Her wiha 2 hezar kes jî bêkar man û dermanên pêwîst jî nayên peydakirin

Di 17’ê tîrmeha îsal de li restoranta Hoqqabaz a li Hewlêrê berpirsê MÎT’ê yê bi navê Osman Kose hate kuştin. Piştî bûyerê rêveberiya Hewlêrê, Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) xist dorpêçê. Her wiha gelek ciwanên wargehê ku li Hewlêrê dixebitîn hatin girtin û gelek jî ji kar hatin derxistin. Destûra welatiyên nexweş nehat dayîn ku biçin nexweşxaneyên li Hewlêrê.

Dîsa ji ber dorpêçê, dermanên pêwîst ji bo wargehê nayên şandin, pirsgirêkên aborî derdikevin. Ji bo rakirina dorpêçê, Meclisa Gel a Mexmûrê û Komîteya Têkiliyên Derve ya Wargehê, li gel sazî, rêxistin û parlamenteran re peywendî çêkirin. Komîteya Têkiliyên Karê Derve heta niha bi qeymeqamê navçeya Mexmûrê, parlamenterên Herêma Kurdistanê û Iraqê yên ji hîzbên Tevgera Goran, Komalî Îslamî, Nifşê Nû û Yekgirtû Îslamî û nûnerên Saziya Xaça Sor a Navneteweyî, Desteya Rêveber a Sentera (navenda) Girîngîdayîna Demokrasiyê ya Mafê Mirovan, şêwirmendê serokomarê Iraqê, saziyên mafê mirovan, rêxistinên girêdayî Neteweyên Yekbûyî (NY) re peywendî çêkirine.

Serdanên li kampê

Her wiha Komîteya Peywendiyên Derve nameyek ji serokê PDK’ê Mesût Barzanî û Dayikên Aştiyê jî ji serokomarê Iraqê Berhem Salih re name şand. Li aliyê din şandeya hevserokên HDP û KCD’ê û parlamenterên jin ên HDP’ê di hevdîtina xwe yên li başûrê Kurdistanê de daxwaz rakirina dorpêçê kirin. Dîsa şandeyeke ji Parlamentoya Herêma Kurdistanê, şandeyeke ji herêma xweser a Katalonya ya Îspanyayê serdana wargehê kir. Tevî hemû hewldanan jî heta niha dorpêç ranebûye û bandora neyînî liser wargehê zêdetir dibe.

Bandora dorpêçê

Ji ber dorpêçê bandoreke neyînî li ser wargehê dibe. Li gorî zanyariyên ku Komîteya Pêwendiyên Derve ya Wargehê dane, heta niha 6 zarokan jiyana xwe ji dest dane. Ji van zarokan 5 jê di zikê dayika xwe de mirine. Ji ber ku hêzên asayîşa Hewlêrê destûra çûna nexweşxaneyê nedan, 5 dayikan zarokên xwe winda kirin. Zarokek jî piştî hatiye dinê, jiyana xwe ji dest da.

2 hezar bêkar

Li gorî Komîteya Pêwendiyên Derve ya Mexmûrê, 2 hezar kesên ku ji bo debara malbatên xwe li Hewlêr û bajarên din ên başûrê Kurdistanê dixebitin, ji ber dorpêçê bêkar man û êdî nikarin biçin ser karên xwe. Saziya Tendirustiyê ya Wargeha Penaberan a Mexmûrê jî diyar kiribû ku êdî di peydakirina dermanan de astengî derketine, dermanên pêwîst ji bo nexweşan nayên peydakirin.

9 kes girtîne

Beriya dorpêçê, 4 kes li Hewlêrê hatibûn girtin. Di dema dorpêçê de jî 5 kes dema dixwestin biçin Hewlêrê yan jî dema li ser karê xwe bûni hatin girtin. 9 kes hîn jî girtî ne û heta niha destûr nehatiye dayîn ku malbat hevdîtinê pê re bikin. Li aliyê din ji ber aloziya li Iraqê jî, şêniyên wargehê nikarin ji bo peydakirina pêwîstiyên aborî û tenduristî, rêyên bajarên din ên Iraqê bikar bînin. MEXMÛR

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar