Navenda Nûçeyan
Danişîna 22’emîn a doza berdevka Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayşe Gokkan li 9’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê tê lidarxistin. Danişînê bi beşdariya gelek aktîvîstên TJA’yê, nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên sivîl dest pê kir. Malbat, parêzer, kesên ku doz dişopandin û serokê Baroya Amedê Nahît Eren ji aliyê dadger ve ji eywana danişînê hatin derxistin.
Polîsên ku hatin eywana danişînê jî hem êrişî kesên ku dozê dişopandin kirin û hem jî êrişî parêzeran û malbatê kirin.
Di heman demê de polîsan xwest ji malbata Ayşe Gokkan, Vedat Gokkan binçav bikin. Her wiha xwişka wê Mihrîcan Gokkan ji ser hişê xwe ve çû û ew rakirin nexweşxaneyê.