Dewleta tirk û rejîma Şamê wê li hev werin?

Ev demeke dirêje qala asayîkirina peywendiyan di navbera rejîma Şamê û Enqereyê de tê kirin. Ev mijar zêdetir di dema hilbijartinên dawî yên serokkomariya...

Zîlan manîfestoya me ya jiyanê ye

Tê zanîn ku heta niha me ji hezkirinê zêde fêm nekiriye û evînek nejiyaye. Di Mem û Zîna Ehmedê Xanî de jî ji kêleka...

Dewleta tirk û rejîma Şamê wê li hev werin?

Ev demeke dirêje qala asayîkirina peywendiyan di navbera rejîma Şamê û Enqereyê de tê kirin. Ev mijar zêdetir di dema hilbijartinên dawî yên serokkomariya...

Zîlan manîfestoya me ya jiyanê ye

Tê zanîn ku heta niha me ji hezkirinê zêde fêm nekiriye û evînek nejiyaye. Di Mem û Zîna Ehmedê Xanî de jî ji kêleka...
Çarşamba - 3 Temmuz 2024

Dewleta tirk û rejîma Şamê wê li hev werin?

Ev demeke dirêje qala asayîkirina peywendiyan di navbera rejîma Şamê û Enqereyê de tê kirin. Ev mijar zêdetir di dema hilbijartinên dawî yên serokkomariya...

Zîlan manîfestoya me ya jiyanê ye

Tê zanîn ku heta niha me ji hezkirinê zêde fêm nekiriye û evînek nejiyaye. Di Mem û Zîna Ehmedê Xanî de jî ji kêleka...

Di Doza Kûmpasê ya Kobanê de ceza li siyasetmedarên kurd barandin

Di Doza Kûmpasê ya Kobanê de ji bo Fîgen Yuksekdag 30 sal û 3 meh û ji Selahattîn Demîrtaş re jî 42 sal, bi giştî bi sedan sal cezayê girtîgehêli siyasetmedaran hat birîn. Ji bo 5 siyasetmedaran biryara berdanê hat dayîn.

Danişîna biryarê ya Doza Kobanê ku bi hinceta çalakiyên li dijî êrişên DAIŞ’ê di 6-8’ê cotmeha 2014’an de hatin lidarxistin hatiye vekirin û Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş jî de i nav de 18 jê girtî bi giştî 108 siyasetmedara jê tên darizandin, tê lidarxistin. Danişîna dozê li eywana Kampûsa Girtîgeha Sîncanê tê lidarxistin. Danişîn, piştî navbera nîvro dîsa berdewam kir.
Şandeya dadgehê biryara xwe eşkere dike. Bi destpêkirina eşkerekirina biryarê re kesên li eywanê li maseyan xistin. Dema biryar dihat ragihandin bi dirûşm û çepikan hate protestokirin. Di protestoyan de dirûşma “Bijî berxwedana HDP’ê” tê berzkirin. Parêzer ji eywanê derdikevin.

Biryarên dadgehê ragihandî wiha ne:

Ahmet Turk: Ji “endamtiya rêxistinê” 10 sal cezayê hefsê hate birîn.

Alî Urkut: Cezayê muebbeta giran daxistin 16 sal cezayê hefsê. Ji ber helwesta di dema darizandinê de ev ceza daxistin 13 sal û 4 mehan. Biryara rewşa domandina rewşa girtî hate dayîn.

Alp Altinors: Bi îdiaya “Xerakirina yekitî û yekparetiya dewletê” 18 sal cezayê hefsê hate birîn. Ceza nehat daxistin. Biryara domandina rewşa girtî hate dayîn. Her wiha bi îdiaya “Sorkirina ji bo sûc” 4 sal û 6 meh cezayê hefsê hate birîn.

Altan Tan: Ji CMK’ê 223’yan biryara beraetê hate dayîn.

Ayhan Bîlgen: Hem ji 302’yê û hem jî ji “endamtiya rêxistinê” biryara beraetê hate dayîn.

Ayla Akat Ata: Bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” 6 sal û 6 meh cezayê hefsê hate dayîn. Bi zêdekirin û daxistinê re 9 sal û 9 meh cezayê hefsê hate birîn. Dema pêvajoya girtîmayînê dayîn berçav, biryara tehliyeyê hate dayîn.

Aynur Aşan: Bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” 9 sal cezayê hefsê hate birîn. Bi hinceta gumana revê, biryar hate dayîn ku rewşa wê ya girtî bidome.

Aysel Tugluk:  Ji îdiaya “Xerakirina yekitî û yekparetiya dewletê” biryara beraetê hate dayîn.

Ayşe Yagci: Bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” 9 sal cezayê hefsê hate birîn. Rewşa wê ya girtî dan ber çavan û biryara tehliyeyê hate dayîn.

Bulent Parmaksiz: 16 sal ceza hate dayîn. Ceza nehat daxistin. Biryara domandina rewşa girtî hate dayîn. Bi îdiaya “Ji bo sûc bê kirin sor kiriye” 2 sal cezayê hefsê hate birîn. Ceza piştre derxistin 4 sal û 6 mehan.

Dîlek Yagli: 16 ceza lê hate birîn. Bi îdiaya yıl ceza verildi. Bi îdiaya “Ji bo sûc bê kirin sor kiriye” 2 sal ceza hate birîn. Ev ceza hate zêdekirin û derxistin 4 sal û 6 mehan. Biryara domandina rewşa girtî hate dayîn.

Emîne Ayna: Ji îdiaya “Xerakirina yekitî û yekparetiya dewletê” biryara beraetê hate dayîn, ji ber îdiaya “Endamtiya rêxistin” 10 sal ceza hate birîn.

Beyza Ustun: Ji îdiaya “Xerakirina yekitî û yekparetiya dewletê” biryara beraetê hate dayîn. Tevdîra kontrola edlî hate rakirin.

Fîgen Yuksekdag: 19 sal cezayê hefsê hate birîn û ceza nehat daxistin. Biryara domandina rewşa girtî hate dayîn. Ji hêla “endamtiya rêxistinê û birêvebirina rêxistinê” ceza nehat dayîn. Bi îdiaya “tehrîkkirinê” 4 sal û 6 meh cezayê hefsê hate dayîn. Ji ber îdiaya “propagandaya rêxistinê” salek û 6 meh cezayê hefsê lê hate birîn. Li gel cezayên bi îdiayên cuda hatina birîn, bi giştî 32 sal û 9 meh cezayê hefsê hate birîn.

Gulfer Akkaya: Ji îdiaya “Xerakirina yekitî û yekparetiya dewletê” biryara beraetê hate dayîn. Şertê kontrola edlî hate rakirin.

Gultan Kişanak: Ji îdiaya “Xerakirina yekitî û yekparetiya dewletê” biryara beraetê hate dayîn. Bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” 8 sal ceza hate birîn. Nîviya ceza hate zêdekirin û derxist 12 salan. Biryara tehliyeyê hate dayîn.

Gunay Kubîlay: 16 sal cezayê hefsê hate birîn û biryara domandina rewşa girtî hate dayîn. Bi îdiaya “ji bo sûc were kirin tehrîk kiriye” 4 sal û 6 meh cezayê hefsê hate birîn.

Îsmaîl Şengul: 16 sal cezayê hefsê hate birîn. Ceza nehat daxistin. Biryara domandina rewşa girtî hate dayîn.

Îbrahîm Bînîcî: Biryara beraetê hate dayîn.

Mesut Bagcik: 9 sal ceza hate birîn. Tevdîra kontrola edlî hate rakirin.

Nazmî Gur: Cezayê muebbeta giran hate dayîn, ceza daxistin 18 salan. Bi îdiaya “ji bo sûc were kirin tehrîk kiriye” 4 sal û 6 meh cezayê hefsê hate birîn.

Pervîn Oduncu: Cezayê muebbeta giran hate dayîn, ceza daxistin 18 salan. Biryara domandina rewşa girtî hate dayîn.

Sebahat Tuncel: Ji ber îdiaya “endamtiya rêxistinê” 8 sal ceza hate dayîn. Ceza derxistin 12 salan. Dema girtîmayînê hate destgirtin û biryara tehliyeyê hate dayîn.

Selahattîn Demîrtaş: Bi îdiaya “Alîkariya ji bo xerakirina yekitî û yekparetiya dewletê” 20 sal cezayê hefsê hate dayîn, bi îdiaya “Ji bo sûc were kirin tehrîk kiriye” jî 4 sal û 6 meh cezayê hefsê hate birîn. Biryara domandina rewşa girtî hate dayîn. Her wiha ji ber axaftina di Newroza 21’ê Adara 2016’an de 2 sal û 6 meh cezayê hefsê, ji ber axaftina xwe ya di 29’ê sibata 2016’an de ya li Amedê bi îdiaya “Ji bo gel bi qanûnan neke sor kiriye” salek û 6 meh cezayê hefsê hate dayîn.

Sirri Sureyya Onder: Der barê hemû îdiayan der barê wî de biryara beraetê hat dayîn.

Zekî Çelîk: Bi îdiaya “xerakirina yekîtî û yekpareyiya dewletê” cezayê muebeda giran hat dayîn. Ceza ji ber “alîkariyê” daket 18 salan. Her wiha biryara girtina wî hat dayîn. Ji xeynî vê bi îdiaya “tehrîkkirina sûc” 4 sal û 6 meh cezayê hepsê hat birîn.

Zeynep Karaman: Bi îdiaya “xerakirina yekîtî û yekpareyiya dewletê” cezayê muebedê hat dayîn. Ev jî bi hinceta “lîkariyê” ceza daket 18 salan. Her wiha bi hinceta “tehrîkkirina sûc” jî 4 sal û 6 meh ceza hat birîn.

Der barê 36 kesan de, biryara beraetê hat dayîn.

5 TEHLIYE

Der barê Gultan Kişanak, Sebahat Tûncel, Ayla Akat, Ayşe Yagci û Meryem Adibelliyê yên di Doza Kobanê de girtî, biryara beraetê hat dayîn.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar