Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Di doza Muftuoglû de rojnamegerî tê darizandin

Hevseroka Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) Dîcle Muftuoglû ku nêzî 9 meh in girtî ye, dê di 18'ê çileyê de cara duyemîn derkeve pêşberî dadger. Parêzerê wê Resûl Temûr diyar kir ku xebatên rojnamegeriyê tê darizandin.

Hevseroka Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê û edîtora Ajansa Mezopotayayê Dîcle Muftuoglû ku di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê de di 29’ê nîsana 2023’yan de li Amedê tevî edîtorê MA’yê Sedat Yilmaz hat binçavkirin û paşê hat girtin, nêzî 9 meh in li Girtîgeha Sîncanê girtiye.

Parêzer Resûl Temûr der barê pêvajoya darizandinê de axivî. Resûl Temûr diyar kir ku bi heman rengî li muwekîla wê Muftuoglû û rojnamegerên kurd ên girtî îdia hatine kirin û wiha got: “Ji ber vê yekê her tim kes diguherin, lê awayê îdiayan û sîwana wan naguhere. Ev jî helwesta dewletê ya li hemberî rojnamegerên kurd nîşanî me dide. Şablonek ji berê diyarkirî, sêwirandî heye û heke kes biguherin jî, îdia naguherin.”

Temûr anî ziman ku di îdianameyê de mayîna Muftuoglû ya li Dêrsimê wekî “çalakiya rêxistinê” hatiye şîrovekirin û wiha axivî: “Ji bo şopandina mîhrîcanekê çûye Dêrsimê. Dema ku mîhrîcanê dişopand, li wir bi çend rewşenbîr û hunermendan re hevpeyvîn kiriye û ev yek hatine weşandin. Lê belê li şûna lêkolînkirina van hevdîtinan an jî zêdekirina wan li dosyayê, wekî ku ew ji ber sedemên neqanûnî li wir e, hatine nîşandan. Di dosyayê de yek delîl jî ji bo vê îdiayê tune ye. Serdozgerî dizane ku dema bi polîsan re tevbigere kesekî ku wî kontrol bike tune ye. Bi vê rihetiyê tevdigere. Tu kes serî li dozgeriyê nade û nebêje ‘We çima ev kes li ser îdiayan girt?’ Ji ber ku dizane ev yek pêk nayê, bi hêsanî dikare tiştên dixwaze bike dike û an jî wan wekî sûç şîrove bike.”

Parêzer Temûr diyar kir ku muwekîla wî bi bavê xwe re li Stenbolê li otelekê maye û got ku ev wekî “Bi endamên rêxistinê re li heman otêlê maye” hatiye diyarkirinwiha domand: “Lê belê ger rayedarê lêpirsînê li qeydan binêre dê bi awayekî zelal bibîne ku Mûftûoglû li cem bavê xwe dimîne. Ev yek nîşan dide ku bê dosye çi qasî hatiye manîpulekirin.”

Temûr da zanîn ku di îdianameyê de delîleke din a ku wekî têkiliya sedem-encamê nayê tespîtkirin jî rapora MASAK’ê ye û anî ziman ku di raporê de qezenckirina pereyan, ji malbatê re şandina pereyan an jî wergirtina pereyan wekî “xebateke rêxistinê” hatiye nirxandin. Temûr anî ziman ku ji ber ku birayê Muftuoglûyê pere jêr e şandiye ev wekî sûc hatiye hesibandin û wiha got: “Dema em van delîlan bi hev re binirxînin, diyar dibe ku Dicle Muftuoglû di vê dosyeyê de ji xeynî kar û barên rojnamegeriyê tu tişt nekiriye. Lewma ya li vir tê darizandin xebatên rojnamegeriya qanûnî bi xwe ne.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar