Dewleta tirk û rejîma Şamê wê li hev werin?

Ev demeke dirêje qala asayîkirina peywendiyan di navbera rejîma Şamê û Enqereyê de tê kirin. Ev mijar zêdetir di dema hilbijartinên dawî yên serokkomariya...

Zîlan manîfestoya me ya jiyanê ye

Tê zanîn ku heta niha me ji hezkirinê zêde fêm nekiriye û evînek nejiyaye. Di Mem û Zîna Ehmedê Xanî de jî ji kêleka...

Çarşamba - 3 Temmuz 2024

Di doza Nisêbînê de ceza li girtiyan birîn

Ji girtiyên doza Nisêbînê rûniştina doza girtî Akar Îkbal pêk hat, Îkbal wiha got; “Yên van dosyeyan çêdikin û darizandinê dikin FETO’yî ne.”

Rûniştina doza 17 jê zarok 35 kesên piştî 26’ê Gulana 2016’an li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê di dema xwerêveberiyê de li taxan hatin berdan û şûnde didome.

Rûniştina dozan bi rajane tê kirin û heyeta dadgehê ceza dide girtiyan. Îro girtiyê Helebceyî Akar Îkbal hate darizandin.

Îkbal bi Kurdî parastina xwe kir û têkildarî mutalaya ku ti wateyê nadeyê de tiştek ne got. Îkbal wiha got; “Ez vê mutalayê qebûl nakim û ji pêvajoya darizandina xwe tiştek fêm nakim. Tiştên derbarê min de têne gotin nerastin û qebûl nakim. Delîlek (belge) bingehîn di dosyeya min de tune ye. Îdîanameyê jî qebûl nakim.” Li ser pirsa “Ez ê çima werim cezakirin” Îkbal wiha got; “Di rûniştinên derbasbûyî de min her tişt got hewce nake dubare bikim. Min cezayek giran heq nekiriye. Cezayek giran ji vê dosyeyê re nayê dayîn.”

Îkbal diyar kir ku pêvajoya heyî ne hiqûqiye û wiha domand; “Li ti dera cîhanê hiqûqekî wiha tuneye. Cara destpêkê vê edaletê li Tirkiyeyê dibînim. Li Tirkiyeyê edalet tuneye. Pêkanînên faşîzmê tên kirin. Ev darizandinekî dijî mirovahiyê ye. Herî dawî dibêjim yên ev îdîaname amadekirîn FETO’yî ne. Madem FETO terorîst e hûn çawa îdîanameyên ku wan amadekirî qebûl dikin? eger hûn vêya qebûl dikin wê demê hûn jî FETO’yî ne. Îdîanameya beriya niha hatî xwendin ji aliyê FETO’yiyan ve hatiye amadekirin.”

Li ser gotina dadger a “Heqaretê neke” Îkbal wiha got; “Ez heqaretê nakim rastiyan dibêjim û gefan jî naxwim. Biryara hûn bidin ne di xema min de ye. Ji xwe beriya niha we biryar daye. Herî dawî dibêjim ‘Bijî Serok Apo’.”

Piştî parastinê heyeta dadgehê 5 deqe navber da rûniştina dozê. Dadgehê ji qanûna cezayê ya xala 302 cezaya muebetê û ji hewldana kuştina kesan 15 sal ceza da Îkbal. Îkbal li salona dadgehê dirûşmeya “Bijî Serok Apo” berz kirin û bi derbkirinê kaşkirin.

Rûniştina dozê ya îro bidawî bû lê wê sibê jî bidome. MÊRDÎN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar