Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Salı - 9 Temmuz 2024

Di doza Nisêbînê de ceza û şermezarkirin

Heyeta dadgehê, di doza Nisêbînê de cezayên giran da girtiyan. Girtiyên rastî cezayên giran hatin, ceza şermezar kirin û dirûşm berz kirin. Li ser vê yekê leşkeran li girtiyan xistin ew avêtin derveyê salonê

Di 26’ê Gulana 2016’an de, 17 jê zarok 53 kes di serdema qedexeya derketina derve ya Nisêbînê de ji kuçeyên lê asê mabûn hatibûn tehliyekirin û piştre hatibû girtin. Rûniştina doza wan îro berdewam kir. Di rûniştina îro ku bi tevahî 70 kes tên darizandin de alozî derket. Rûniştin bi girtekên dozê û tespîtkirina nasnameyê dest pê kir. Heyeta Dadgehê bi hinceta “Zirar daye malê cemaweriyê”,”Kuştina mirovan”,”Li dijî Ewlehiya Dewletê kirina sûc” 30 sal ceza ji bo zaroka girtî yê 17 salî yê bi navê Sîmanur Pamuk birî. Simanûr cezayê ku lê hat birîn şermezar kir. Li ser vê yekê leşkeran li wê xistin.

Her wiha girtiyên ku di heman dozê de li 4’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Mêrdînê beşdarî danişînê bûn jî rastî ceza hatin. Girtiyan dirûşma “Bijî Serok Apo” berz kirin û cezayê li wan hatiye birîn şermezar kirin. Girtiyên ku cezayên giran şermezar kirin û dirûşme berz kirin, leşkeran li wan dan û ew ji salonê derxistin.

Heyetê ceza li Sîmanur birî, Cezayê muebeta giran û 80 sal ceza li Şeymus Koç birî. Piştî biryara ku hat dayin Şeymus jî dirûşme berz kir û wî jî lêdan xwar. Malbatên girtiyan jî bertek nîşanî heyeta dadgehê da û bi dirûşmeyan şermezar kirin.  Heyetê li zaroka bi navê Nurcan Aslan jî bi îdiayên “Li dijî Ewlehiya Dewletê kirina sûc”, ,”Li dijî Ewlehiya Dewletê kirina sûc”, “Zirar daye malê cemaweriyê” bi tevahî 25 sal cezayê girtîgehê birî.

Dê parêzer li dijî cezayên ku hatine birîn îtiraz bikin. MÊRDÎN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar