Danişîna îro ya Doza Nisêbînê ku 6 jê zarok bi giştî 8 kes dihatin darizandin, li 4’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Mêrdînê hate dîtin. Heyeta dadgehê her yek jê 35 sal, bi giştî li 5 zarokan 175 sal ceza birî. Yek jê zarok, doza 3 kesan jî hate taloqkirin
Di dema qedexeya derketina derve ya di 26’ê gulana sala 2016’an a li Nisêbîn a Mêrdînê de 17 jê zarok, bi giştî 70 kes hatibûn binçavkirin û piştre jî hatibûn girtin. Demek piştre jî doz ji hev hatin cudakirin. Danişîninên dozan didomin. Di danişîna îro ya li 4’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Mêrdînê de 6 jê zarok, 8 kes derketin pêşberî dadger.
Di dozê de îro ji ewil danişîna Şukru Aybek ku temenê wî di bin 18 saliyê de hate dîtin. Aybek tevî parêzerê xwe tev li danişînê bû. Di danişînê de Aybek diyar kir ku dema ji Nisêbînê hatine derxistin hatine îşkencekirin û bi îşkenceyê jî îfade pê dane îmzekirin. Aybek ew îfadeyên ku di bin îşkenceyê de dane red kir û wiha domand: “Ez ne van îdiayan û ne jî cezayê hûn dibirin qebûl nakim.” Piştî parastina Aybek, dadgehê ji bo biryarê danişîn taloqî 8’ê cotmehê kir.
‘Em ji ber kurdbûna xwe tên darizandin’
Piştre jî danişîna Hêja Algan ku emrê wê jî di bin 18 saliyê de ye hate dîtin. Algan jî tevî parêzerê xwe tev li danişînê bû. Parêzer ji bo parastinê dem xwest lê daxwaza wî hate redkirin. Li ser vê yekê jî parêzerê Algan ji eywana danişînê derket. Algan ji heyeta dadgehê xwest ku wêneyên berê hatine nîşandan, dîsa bên nîşandan. Algan daxuyand ku ya di wêneyî de ew e lê îfadeyên hatine dayîn red dike. Algan destnîşan kir ku ew ji ber kurdbûna xwe tên darizandin. Heyeta dadgehê li Algan 35 sal cezayê girtîgehê birî.
‘Ez biryarên dadgeha we red dikim’
Herî dawî jî danişîna Emre Topçuoglu hate dîtin. Di danişînê de Topçuoglu parastina xwe ya ji 13 rûpelan pêk dihat xwend. Topçuoglu diyar kir ku tu hêviyekî wî ji dadgehê nîne û biryarên dadgehê jî nas nake. Her wiha parêzerê Topçuoglu jî ji bo parastinê dem xwest lê daxwaza wî hate redkirin. Heyeta dadgehê pêşî li Topçuoglu cezayê muebetê birî lê piştre bi sedema ku dema bûyer pêk hatî Topçuoglu zarok bû, cezayê muebetê xera kir û li Topçuoglu 35 sal ceza birîn. Heyeta dadgehê li Baran Eman, Çeçan Kîlkaya û Dîlan Aslan ên emrê wan di bin 18 saliyê de jî 35 sal ceza birî.
Dadgehê danişîna Bayram Sevgîn û Hatîp Oyman jî taloqî 9’ê cotmehê kir. MÊRDÎN