Di danişîna Doza Nisêbînê ya îro de doza Nûrşen Demîr ku di dema qedexeyê de mala xwe neterikandibû hate dîtin. Şandeya Dadgehê bi îdiaya ‘Endama rêxistinê ye’, 10 sal ceza li dayika 5 zarokan Nûrşen Demîr birî
Dewleta tirk di dema Berxwedana Xwerêveberiyê ya Nisêbînê de qedexeya derketina derve ragihandibû û li 4 taxên bajêr kevir li ser keviran nehiştibû û bi erdê re kiribûn yek. Li gel vê jî tu peywirdarên dewletê nehatin darizandin. Dewleta tirk kesên di van êrîşan de hatine mexdûrkirin, di darizîne.
Doza 70 kesî ku ji wan 17 jê zarok in, di 26’ê gulana 2016’an de dest pê kir. Doza Nisêbînê hê jî didome. Di danişîna vê înê de welatiya bi navê Nûrşen Demîr hat darizandin. Demîr dayika 5 zarokan e û di dema qedexeyan de ji mala xwe derneket.
Îdiayên sosret
Demîr a ku beyî ku girtî be dihate darizandin, tev li danişînê nebû. Heyeta dadgehê bi îdiayên ‘Endama rêxistinê ye’, ‘Bi qestî mirov kuştine’, ‘Hewl daye ku bi qest mirovan bikuje’ û ‘Ziyan daye malê dewletê’ û ‘Madeyên taloke bi xwe re hilgirtiye’ ceza ji Demîr re xwest.
Parêzera Demîr, Gulbîn Şahîn îdiayên der barê muwekîla wê de red kirin û got; ‘Muwekîla min mala xwe bernedaye û ev yek jî sûc nîne. Dixwazim ku muwekîla min bê berdan.’
Ceza li Demîr hate birîn
Lê şandeya dadgehê li pey dozger çû û îdiayên ku der barê Demîr de hatine kirin ên weke ‘Xwarin çêdikir, paqijî dikir, pansûman dikir’ esas girt û ev îfadeye têrkar dît. Bi van hincetan jî şandeya dadgehê bi îdiaya ‘Endama rêxistinê ye’ 8 sal ceza li Demîr birîn. Ceza piştre bi qasî nîvî hate zêdekirin û kirin 12 sal. Herî dawî jî li ser 10 salan biryar hate dayîn.
Di Doza Nisêbînê de li gel Nûrşen Demîr heta niha ceza li 36 kesan girtî hatiye birîn. MÊRDÎN