Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Di doza Ozgur Gundemê de Fîncanci, Onderoglû û Nesîm beraet kirin

Şebnem Korur Fîncanci, Erol Onderoglû û Ahmet Nesîm ên beşdarî kampanyeya “Gerînendeya Weşana Giştî ya Nobedar” a Ozgur Gundemê ya bi KHK’ê hat girtin bûn û doz derbarê wan de hatibû vekirin, beraet kirin. Ji heman dozê, dozger ji Hevgerînendeyê Giştî yê Rojnameya Ozgur Gundemê Huseyîn Aykol û Midura Karê Nivîsê ya rojnameyê Reyhan Çapan re ceza xwest

10’emîn danişîna doza Nobeta Gerînendeyê Weşana Giştî ya Ozgur Gundemê ku bi KHK’ê hat girtin li 13’emin Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê hat dîtin. Danişina dozê ya Nunerê Rojnamegerên Sînornenas (RSF) Erol Onderlioglu, Nivîskar-rojnameger Ahmet Nesîn û Seroka Vakfa Mafê Mirovan a Tirkiye (TÎHV) Prof. Dr. Şebnem Korur Fîncanci ku bi îdîaya “Propaganda rêxistinê” hatin darizandin berdewam kir. Di danişînê de Onderoglu, Fîncanci û parêzerê wan li salonê amade bûn. Nivîskar Ahmet Nesîn ji ber ku derveyî welat bû beşdar nebû. Parlementerê HDP’ê yê Ahmet Şik, rojnameger Şanar Yûrdatapan, Akademîsyên Ji Bo Aştiyê, PEN Norveç, IPI, Delegasyonê Yeketiya Ewropa (YE), 19 Article, RSF, Balyozxaneyê Brîtanya û gelek kes doz şopandin.

Di danişîna dest pê kir de, dozger mutaleya xwe ya di danişîna berî dayî de dubare kir. Dûre Fîncanci, ji bo paketa reforma darazê ya tê amedekirin dem xwest. Şandeya dadgehê, daxwaza Fîncanci red kir û Fîncanci parastina xwe dewam kir û wiha got: “Me di roja Azadiya Çapemeniya Cîhanê de xwest balê bikişînin ser êrîşên li dijî rojnameya Ozgur Gundemê. Ozgur Gundemê di 30’ê gulana 1992’yan de dest bi weşanê kir. Ji wê rojê û vir ve tim hat girtin û rastî zextan hat lê li gel vê yekê jî dest ji weşanê berneda.”

Fîncanci rêveber û nûçegihanên rojnameya Ozgur Gundemê yên hatin qetilkirin  rêz kirin û wiha bilêv kir: “Ozgur Gundemê piştî 17 salan di sala 2912’an de carek din dest bi weşangeriyê kir. Em nêzî 100 mirovan hatin gel hev û me xwest em balê bikişînin ser girîngiya ramana azad û pêvajoya heyî. Ez sûcdariyên li ser xwe qebûl nakim û beraeta xwe dixwazim.”

Piştî parastinê şandeya dadgehê navberek kurt da. Şendeyê dûrê diyar kir ku mijareke ku bê sûcdar kirin tuneye û ji bo hemû bersûcan biryara beraetê da.

Ji bo 7 kesan ceza hat xwestin

Di heman demê de 13’emîn rûniştina doza Hevgerînendeyê Giştî yê Rojnameya Ozgur Gundemê ya bi KHK’ê hat girtin Huseyîn Aykol, Eren Kesekîn û Midura Karê Nivîsê ya rojnameyê Reyhan Çapan li 13’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê hat dîtin. Rojnamegerên bersûc beşdarî danişînê  nebûn û parêzerê wan Ozcan Kiliç di danişînê de amade bû. Hat diyar kirin ku dosyeya Keskîn hatiye veqetandin û ji bo doza sereke ya Ozgur Gundemê ya li 23’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê bê dîtin, hat şandin.

Dozger di danişînê de mutalaeya xwe aşkere kir û xwest Lutfî Yavûzaslan, Methî Kaya, Îslam Tuner, Hasan Başak, Kemal Yakût û Huseyîn Aykol ê nivîsên wan di rojnameyê de hatin weşandin, bi sûcdariya “Ji bo kirina sûc bi awayekê vekirî tehrîk kirin”, “Pesenê sûc û sûcdar dayîn” û “Propagandeya rêxistinê kirin” bên cezakirin. Dozger ji bo Çapan jî bi heman îdîaya ceza xwest.

Şandeya Dadgehê, ji bo parêzer li dijî mutalaeya dozger parastin bikin, dem da û danişîn taloqî 21’ê mijdara 2019’an kir.  STENBOL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar