Li şûna encamê li sedemê bipirsin

Zêdetirî sê hefteye ku di rojevê de Narîna 8 salî heye. Li gundekî biçûk ê Amedê ji nişka ve winda bû û piştî bi...

Eger qetilkirin topyekûn be divê serhildan jî topyekun be

Dewleta tirk bi peymana Enqere û Bexdayê ya 15 tebaxê êrîşek nû da destpêkirin. Li dijî hemû gelê kurd biryara qirkirinê da.  Ji ber...

Cumartesi - 14 Eylül 2024

Di doza rojnameger Şahîn de dê şahid bê guhdarkirin

Di doza nûçegihana Rojnameya Yenî Yaşamê Hatîce Şahîn ku ji xebatên KCD’ê tê darizandin de, biryar hat dayîn ku şahidên nepen bên guhdarkirin

Yekemîn danişîna doza derbarê nûçegihana Rojnameya Yenî Yaşamê Hatîce Şahîn ku di operasyona 9’ê Cotmeha 2018’an de, hatibû binçavkirin û dûre hatibû berdan li 9’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Şahîn bi hinceta, hevdîtinên telefonê yên bi hempîşeyên xwe û çavkaniyên nûçeyê re kirine, îfadeyên şahidê nepen, bilêtên balafirê yên Stenbol-Amedê û xebatên Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) bi îdîaya ‘Endamtiya rêxistinê’ tê darizandin. Rojnameger Şahîn û parêzerê wê Resûl Tamûr di danişînê de amade bûn. Bi hinceta vîrûsa koronayê (Kovî-19) destûr nehat dayîn ku kesek din danişîna Şahîn bişopîne.

Piştî danasîna nasnameyê û xwendina kurteya îdîanameyê danişînê dest pê kir. Şahîn dûre parastin kir û wiha xwe parast: “Ez sûcdariyên li ser xwe qebûl nakim. Îfadeyên şahidê nepen ên derbarê min de jî dane, derew in. Hemû îftîra ne. Ez tu carî tev li xebat û civînên KCD’ê nebûme. Min weke rojnamegerekê xebatên KCD’ê şopandine. Ez bi navê rojnamegertiyê diçûm avahiya KCD’ê. Di hevdîtinên min ên telefonê de jî, rewşeke rêxistînî tuneye û hemû axaftinên min ji rêzê ne.”

Parêzser Resûl Tamûr jî, di parastina kir de wiha got: “Şahîdên nepen ên qala wan tên kirin, derbarê gelek rojnamegeran de îfade dane. Em dixwazin hemû îfadeyên şahidên nepen û teşxîsên kirine, di dosyeya dozê de cih bigirin.”

Piştî axaftina parêzer, dozger xwest bergiriya kontrola edlî ya derbarê Şahîn de dewam bike û şahidên nepen bên guhdarkirin.

Şandeya dadgehê, piştî navberê, daxwaza dozger qebûl kir û biryar da ku şahidên nepen ên bi navê “Fîrar” û “Ezel” bên guhdar kirin û bergiriya kontrola edlî ya derbarê  Şahîn de dewam bike.

Dadgehê di heman demê de, daxwaza parêzer a hemû îfadeyên şahidên nepen û teşxîsên kirine, di dosyeya dozê de cih bigirin jî, red kir û danişîn taloqî 24’ê adarê kir. AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar