Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Di doza Serekaniyê de ‘delil hene lêpirsîn tune’

Di doza Serekaniyê ya 2 polîs hatin kutin û “Pêvajoya çareseriyê” bi dawî kir de parêzerê dozê Huseyîn Akay diyar kir ku di bûyerê de şopa tiliyê polîs Burak Koru hebû lê di dosyayê de cih nedan lêpirsîna polîs

Piştî heyeta HDP’ê çû Îmraliyê, di navbera Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û dewletê de di sala 2013’an de pêvajoya çareseriyê dest pê kir. Hevdîtina li gel Ocalan di 5’ê Nîsana 2015’an de bi dawî bûn. Piştre hikumetê konspeta şer xist dewrê û vê pêvajoya şer bi hemû dijwariya xwe didome. Piştî hikumetê hevdîtin bi dawî kir, DAIŞ’ê di mitînga HDP’ê ya di 5’ê Hezîrana 2015’an de ya Amedê û di 20’ê Tîrmeha 2015’an de li Pirsûsê li dijî ciwanên sosyalîst teqîn pêk anî. Piştî teqîna Pirsûsê welat gav bi gav ber bi şer ve hat ajotin. Di van rojên welat ber bi şer ve diçû li navçeya Serêkaniyê ya Rihayê di 22’ê tîrmeha 2015’an de polîs Feyyaz Yumuşak û Okan Acar li mala xwe kuştî hatin dîtin. Vê kuştina polîsan ji bo bidawîkirina “pêvajoya çareseriyê” hêncet hat nîşandan û şer hat destpêkirin. Serokwezîrê wê demê Ahmet Davutoglu di 24’ê Tîrmeha 2015’an de aşkere kir ku wan bi awayek aşkere pêvajoya şer daye destpêkirin.

Di ser kuştina polîs Feyyaz Yumuşak û Okan Acar re 4 sal borîn. Lê hêj kujerên wan nehatin dîtin. Kuştina van polîsan a nehat zanîn ji aliyê kê ve hatiye kirin aloziyek li pey xwe hişt. Heta niha ev alozî nehatiye ronîkirin. Danişîna doza kuştina wan a dawî di 1’ê adarê de li 2’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Rihayê hatibû dîtin. Heyeda Dadgeha Cezayên Giran a 2’emîn a Rihayê, têkildarî kuştina polîs Feyyaz Yumuşak û Okan Uçar de 4 jê girtî 9 bersûcên serbest dihatin darizandin beraet kirin. Bersûcê girtî dihatin darizandin Hasan Aydin, Huseyîn Aydin, Sedat Aydin û Mehmet Naci Yilmaz bi sedema li ser medya civakî parve kirine, bi îdîaya “propaganda rêxistinê kirine” rastî salek û 6 meh cezayê hepsê hatin û hatin berdan. Piştî biryarê nehat diyar kirin ku kê 2 polîs kuştine. Kuştina 2 polîsan bi vî rengî kiryar nediyar bi encam bû.

Walî Îzzetîn Kuçuk gotibû ‘polîsekî 2 polîs kuştine û çûye’

Beriya 1’ê îlonê Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Colemêrgê Leyla Guven têkildarî kuştina du polîsan agahiyên girîng par ve kir. Guven diyar kir ku wê demê bi Waliyê Rihayê Îzzettîn Kuçuk re hevdîtin kirin walî gotibû “Di esasê xwe de ew polîs 3 hevalên hev malê bûne. Polîs pev diçin. Yek ji her duyan diqete. Ew polîsê veqetiyeya her du polîsan kuştiye û çûye. Ji ber vê yekê ev bûyer ne siyasî ye, edlî ye.”

Parêzer: Delîl heye lêpirsîn tune

Parêzerê dozê Huseyîn Akay ku ji ajansa MA’yê re axivî anî ziman ku di bûyerê de şopa tiliya polîs Burak Koru hatibû dîtin lê der barê wî de lêpirsîn nehatiye vekirin. Akay anî ziman ku wan di destpêkê de jî bi israr got ku bersûc bê sûc in û wiha got: “Di encamê de bersûcê dihatin darizandin beraet kirin. Me ji malbatên polîsan xwest vê dozê bişopînin. Me xwest ji bo kujerên rastîn bên dîtin cemaweriyek bê avakirin. Diviya bû malbat jî bi şopa dozê bikevin. Delîlên şênber hebûn. Me xwest van delîlan li dosyayê zêde bike û lêpirsîn bê destpêkirin. Lê hestiyariyek nehat nîşandan. Niha di pêvajoya îstînafê de bi rêya parêzeran em dişopînin. Me di serî de got ‘Me xwest delîlen heyî bê lêkolînkirin. Me got di rêbaza darizanidnê de pirsgirêk hene. Bi salan e darizandin tê kirin. Lê gavek jî nehatiye avêtin. Bersûc bi salan vala vala girtî hatin darizandin. Naveroka dosyayê vala bû. Delîlên di dosyayê de razber bûn. Delîlên şênber tune bûn. Delîlên heyî jî hatin reşkirin. Dozger tu tişt nekir. Mixabin dozger pir sersar nêzîk bû û delîl kom nekirin. Şaşiyên mezin hene.”

Şopa tiliyan heye lê ev nehat lêpirsîn

Akay destnîşan kir ku piştî bûyerê şopa tiliya polîs Burak Koru hebû û wiha axivî: “Me xwest şopa tiliya polîs Burak Koru bê lêkolînkirin û îfadeya wî bê girtin. Ji roja ewil de şopa tiliyên polîsan hebû. Lê mixabin serdozgerê wê demê ev delîl li dosyayê zêde nekir. Çend salan şûnde dema dadgehê ji Şaxa TEM’ê pirsa ‘Faîl hatin dîtin ya na’ Pirsî, derket holê ku şopa tiliya polîs Burak Koru heye. Dema îfadeya Burak Koru digirin jî balkêş e dibêje ‘Ez tu carî neçûme wê malê’ Divê ev polîs wekî şikdar bê dîtin û li dozyayê bê zêdetirin. Ev delîlê heyî ne delîlek hêsan e. Em hêvî dikin ku daraz gavên ku heqîqetê ronî bike bavêje.” RIHA

 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar