Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...
Pazartesi - 7 Ekim 2024

Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Di du mehan de li Efrînê 198 kes hatin revandin

Rêxistina Mafên Mirovan a Kantona Efrînê -Sûriyeyê der barê binpêkirinên artêşa tirk û çeteyên wê yên di du mehên dawî de li Efrînê kirin, bi daxuyaniyekê aşkera kir. Daxuyanî li Kampa Serdemê ya Şehbayê hate xwendin.

Di daxuyaniyê de ev xal hatin destnîşankirin:

“Dewleta tirk a dagirker îdia kir ku li gorî xala 57’emîn a beşa 7’emîn a mîsaqa NY’yê, ji bo parastina xwe mafê xwe yê rewa bi kar tîne. Lê şertên vê xalê pêk neanîn. Li Efrînê tu xetereyeke ji bo ewlehiya dewleta tirk nebû. Tevî ku biryareke Meclisa Ewlehiyê nebû jî, dewleta tirk li gorî serê xwe êrîşî dewleteke cîran kir. Di êrîşê de hemû cureyên çekên kevn û pêşketî li bejahî û asîmanî bi kar anîn. Bi vê êrîşê re jî xalên 3, 39, 40, 41 û 50 ên mîsaqa NY’yê ya hevbeş a 42’yan binpê kir. Zagonên navdewletî binpê kirin.

Binpêkirinên dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê yên li Efrîn, gundewarên herêmên Şehba û Şêrawayê yên di mehên çile û sibata 2020’an de wiha ne;

* Zêdetirî 300 hezar şêniyên resen bi zorê hatin koçberkirin. Ev koçberkirin hê jî didome.

* Di van her du mehan de 10 sivîl hatin qetilkirin û 10 jî birîndar bûn. Ji van 3 jê di teqînên li Efrînê de û 7 jî di encama topbarana artêşa tirk û çeteyên wê de mirin. Her wiha herêmên Şehba û gundawarên Şêrawayê rojane tên topbarankirin. Yek ji van herêman jî dibistana gundê Ehresê ye. Her wiha rewşeke destdirêjiyê jî hate belgekirin.

* Di van 2 mehan de 17 jê jin bi giştî 198 sivîl bi hincetên derew hatin revandin û ji malbatên wan fîdye hate xwestin. Çarenûsa gelemperiya wan nediyare. Heta mîlyoneke lîreyê Sûriyeyê fîdye tê xwestin. Di encama teqînên mayinan de 2 kes mir in û yek jî birîndar bû. Zêdetirî 25 hezar darên zeytûnê û hawirdorê hatin birrîn.

* Gora Şêx Mistefa Idrîs ku şexsiyetekî oldar bû yê li gundê Qerebaba yê Recoyê û Goristana Şehîd Avesta Xabûr hatin hilweşandin. Ew der veguherandin sûka firotina pezan.

* Komên çete li Efrînê mal, zevî û dikanên bazariyê yên koçberên Efrînê desteser kir û firotin. Di navbera gundan û li derdora Efrînê jî zêdetirî hezar kon hatine vedan da ku kesên ji herêmên şer reviyan lê bi cih bikin. Sewalên xwe di nava zeviyên çandiniyê û baxçeyan de diçerînin. Dewleta tirk ji keyayan xwestiye ku li gorî nîjadê, serjimariyeke nû çê bikin.

* Li gorî Navenda Belgekirina Sivîl a Koçberên Filistînê, li bakurê Sûriyeyê zêdetirî 500 malbatên Filistînî li Efrînê hatine bicihkirin û li gundên Dêr Belût û navenda Efrînê belav dibin.

* Ev agahiye ji kiryarên dewleta tirk tenê ji sedî 30’in.

* Em bang li rêxistinên navdewletî yên hiqûqî û mirovî, di serî de bang li NY’yê, rêxistinên mafên mirovan, UNICEF û UNESCO’yê dikin ku bi erkên xwe yên exlaqî û mirovî rabin. Bi vê yekê re jî zextê li dewleta tirk bikin ku binpêkirinên xwe bi dawî bike, ji temamiya xaka Sûriyeyê vekişe û bihêle ku koçber li warên xwe vegerin. Em bang li rêxistinên hiqûqî, mirovî û dezgehên çapemeniyê jî dikin ku derbasî Efrînê bibin û binpêkirinên dewleta tirk û çeteyên wê belge bikin. Em ji van rêxistinan dixwazin ku vexwendnameyên lezgîn ên dadgehkirina serokkomarê tirk Recep Tayyîp Erdogan, wezîrê parastinê Hulusî Akar, fermandarê erkanê yê artêşa tirk, rêveberên Îtîlafa Sûriyeyê û qaşo hikûmeta demkî li gorî peyman û qanûnên navdewletî der barê sûcên wan de pêk bînin û lêpirsîn bikin. Her wiha alîkariyên lezgîn pêşkeşî Efrîniyan bikin.” ŞEHBA

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar