Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...
Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Di encama 3 kemînên PDK’ê de 11 gerîla şehîd bûn

Duh bi şev derdora saet 19.30 û 20.00’an de komek gerîla ku tê texmîn kirin ji 5 kesan pêkdihatin û li herêma Xelîfanê dixwestin ji herêmek derbasê herêmeke din a gerîla bibin, rastî êrîşa balafira bêmirov ya tirk hatin. Li gorî çavkaniyek taybet ya li herêmê, çekdarên PDK’ê yên li herêmê îstîxbarat dane balafira tirk û ew jî ji jor ve li gerîlayan xistine. Di encama êrîşa hewayî de du gerîla şehîd dibin û 3 gerîla jî birîndar bûne. Ragihandina şerê taybet jî bi nûçeyên xwe êrîşa PDK’ê ya ser gerîlayan piştrast kir. Li gorî ragihandina PDK’ê di encama êrîşê de 2 gerîla şehîd bûne û 4 jî bi birîndarî ketine destê hêzên PDK’ê.

Êrîşa duh bi şev ne ya yekem bû, beriya niha jî di nava salekê de hêzên PDK’ê du caran êrîşî Gerîlayên Azadiyê kirin.

Kemîna yekem

PDK’ê di nava salekê de 3 caran êrîşî gerîlayên azadiyê kir. Êrîşa yekem di di 26’ê tîrmeha 2021’an de pêkhat. PDK li Xelîfanê kemîn danî pêşiya 3 gerîlayên HPG’ê yên bi navê Serwer Serhat, Wargeş Çavreş û Dijwar Berxwedan. Di encama êrîşa hovane ya PDK’ê de 3 gerîlayên azadiyê şehîd bûn.

Kemîna duyem

Di 28’ê tebaxa 2021’an de PDK’ê komek gerîlayên HPG-YJA Star’ê  ya ji 7 kesan pêkdihat û dixwestin ji Qendîlê derbasê Behdînanê bibin li ser Ava Zê’yê biçûk xist kemînê. Hêzên PDK’ê bi çekên giran li gerîla xistibûn û di encamê de 6 gerîlayên bi navê Tolhildan Raman, Şoreş Mardîn, Axîn Mezrê, Şoreş Colemêrg, Brûsk Mûnzûr û Serdem Cûdî şehîd ketibûn. Ji bûyerê gerîlayê bi navê Heqî Zîlan rizgarbûbû û piştî çend rojan xwe gihandibû yekîneyeke gerîlayan.

Tevî bangên HPG’ê û Rêveberiya Tevgera Azadiyê jî PDK’ê rasterast li xwe mikûr ne hat ku vê komkujiyê li ser Ava Zê ku dikeve nêzî herêma Xelîfanê pêkaniye. Lê piştî ku gerîlayê bi navê Heqî Zîlan gihîşt herêmên gerîla û ji çapemeniyê re axivî, bûyerê bi berfirehî vekir. Heqî Zîlan  derbarê komkujiya PDK’ê de wiha axivîbû: “Piştî me çem derbas kir, em hinekî li ser keviyê çemê rawestîn. Şehîd Serdem Cûdî li pêş bû û yek ji rêzanan bû û li pişt wî jî Şoreş Colemêrg, Şoreş Mardîn, Tolhildan, Axîn û Birûsk hebûn û ez jî li dawiyê bûm. Em li gorî qanûnê meşê yên gerîla tevgerîn. Em hîna 100 metreyî ji keviyê çemê bi dûr neketine, bi çekên giran ji girên derdorê û bêyî tu hişyarî û agahiyan, gule li me reşandin. Wê demê em li herêmeke deşt û rût ya bêparastinbûn.”

Li gorî nûçeyeke wê demê ya ANHA’yê çeteyên Roj jî di nava êrîşa dijî gerîlayan de cih girtibûn û hatibû gotin, fermana kemîn avêtina pêş gerîlayan ji aliyê Fermandarê Hêzên Zêrevaniyê Ezîz Weysî û berpirsê Pêşermgeyan yê wê herêmê Dilovan Rûbar ve hatiye dayîn. Çavkaniyên vê ajansê ragihandibûn ku çeteyên Roj yên bi navê Şêran Remedan Sîma, Mêvan Îsa Birahîm, Îsmaîl Mihed Salih û Raid Îsa cih girtine.

Kemîna sêyem

Duh bi şev carek din bi destê PDK’ê gerîla hatin şehîd xistin. Komek gerîla li herêma Xelîfanê dixwestin ji herêmek derbasê herêmeke din a gerîla bibin, lê rastî êrîşa balafira bê mirov ya dewleta tirk hatin. Gorî agahiyên ketine destê me de, çekdarên PDK’ê yên li herêmê îstîxbarat dane balafira tirk û ew jî ji jor ve li gerîlayan xistine. Di encama êrîşa hewayî de du gerîla şehîd dibin û 3 gerîla jî birîndar bûne. Ragihandina şerê taybet jî bi nûçeyên xwe êrîşa PDK’ê ya ser gerîlayan piştrast kir. Li gorî ragihandina PDK’ê di encama êrîşê de 2 gerîla şehîd bûne û 4 jî bi birîndarî ketine destê hêzên PDK’ê. Ragihandina PDK’ê di nûçeyên xwe de ragihand ku ji hêzên PDK’ê tu kes birîndar nebûne, ev jî ispata wê ye ku çekdarên PDK’ê êrîşî gerîlayên azadiyê kirine.

Cenaze jî nedan!

Malbatên gerîlayên bi destê PDK’ê şehîd bûne, li rojavayê Kurdistanê li dijî komkujiya PDK’ê û nedayîna cenazeyan çalakiya konvedanê li ber deriyê Sêmalka-Pêşxabûr ya dikeve herêma Dêrikê ya Rojavayê Kurdistanê dabûn destpêkirin. Çalakî 111 roj berdewam kir. Tevî bangên raya giştî ya kurd û xelkê rojavayê Kurdistanê jî PDK’ê bêdengiya xwe parast. Dayîkên aşitiyê 3 roj çalakî li ser pira navbera Rojava û Başûr de lidarxistin, li cihê guhdarê daxwazên dayîkan bikin, astengî derxistin. Piştî vêya jî êrîşê çalakiya ciwanan ya li dijî komkujiyê kir û vêya kir bahane, ambargo danî ser rojavayê Kurdistanê.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar