Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Cuma - 5 Temmuz 2024

Di encama erdhejê de gelek avahî hilweşiyan

Li Mereşê bi pileya 7.4 û li Dîlokê jî bi pileya 6.5 û 6.4 li ser hevdu erdhej çêbûn. Erdhej bandor li gelek deveran kir. Ji ber erdhejê gelek avahî hilweşiyan. Mirî û birîndar hene.

Li Mereşê bi pileya 7.4 û li Dîlokê jî bi pileya 6.5 û 6.4 li ser hev du erdhej çêbûn. Erdhej bandor li gelek deveran kir. Ji ber erdhejê gelek avahî hilweşiyan. Mirî û birîndar hene.

Erdhejên li Mereş û Dîlokê bandor li Amed, Semsûr, Meletî, Riha, Êlih, Çewlig, Elezîz, Kilîs, Mêrdîn, Sêrt, Şirnex, Wan, Mûş, Bedlîs, Colemêrg, Edene, Osmaniye, Hatay û gelek bajarên din kir

 Li Mereşê xesar mezin e

Waliyê Mereşê Omer Faruk Coşkun têkildarî erdhejê ev agahî parve kirin: “Niha mimkin nîne ku em hejmara mirî û birîndaran bidin. Xesareke mezin heye.”

Li Dîlokê 531 avahî hilweşiyan

Waliyê Dîlokê Davut Gul: “Piştî erdhejê ji kêliyên destpêkê ve bo me 657 îxbar hatin. Li seranserî bajar 531 avahî hilweşiyan.”

Li Edenê 6 avahî hilweşiyan

Li taxên Guzelyali, Yûrt û Hûzûrevleriyê yên navçeya Çûkûrova ya Edeneyê 6 avahî hilweşiyan. Hat ragihandin ku gelek eks di bin kavilên avahiyan de mane.

 Li Rihayê 10 mirî

Li gor agahiyên destpêkê li Rihayê 19 avahî hilweşiyan 10 kesên di bin kavilên avahiyan de man jiyana xwe ji dest dan. Her wiha bi sedan kes jî bi birîndar ji bin avahiyan hatin derxistin. Hat diyarkirin ku gelek hê jî gelek kes di bin kavilan de ne.

 Gelek kes di bin kavilan de ne

Li Kolana Barişê ya Taxa Şeyh Şamîlê ya Amedê jî navçeya Rezanê ya Amedê avahiyek hilweşiya. Hat diyarkirin ku di bin kavilên avahiyê de herî kêm 100 kes hene.

 Li Osmaniyê 34 avahî hilweşiyan

Li gor agahiyên destpêkê li Osmaniyeyê 34 avahî hilweşiyan û 5 kesên di bin kavilan de mane jiyana xwe ji dest dane.

Li Tesîslera avahî hilweşiya

Li Amedê jî gelek avahî hilweşiyan. Li navçeyên Rezan û Yenîşehîrê yên Amedê gelek avahî hilweşiyan. Li semta Tesîslera ya Rezanê avahiyek 7-8 qatî hilweşiya. Gelek kes di bin kavilên avahiyê de man. 4 kes birîndar bûn. Xebatên rizgarkirinê didomin.

 Li Qoserê 2 avahî hilweşiyan

Li Mêrdînê ji ber erdheja Bazarcix a Mereşê, gelek avahî texrîb bûn û 2 avahiyên mustaqil hilweşiyan. Li gor agahiyên bi dest ketin li gundê Dihêe yê qoserê du avahiyên mustaqil xera bûne.

Li navenda Rihayê û navçeyên wê gelek avahî hilweşiyan. Li Taxa Bahçelîevlerê ya navçeya Halîliye ya Rihayê avahiyek 6 qatî hilweşiya. Gelek kes di bin kavilên avahiyê de mane.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar