Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

Di encama rapora otopsiyê de derket holê ku Adugît 4 roj piştî girtinê jiyana xwe ji dest daye

Derket holê ku Metîn Adugît ê di zindana Asayîşa Hewlêrê de jiyana xwe ji dest dayî, 4 roj piştî hatiye girtin jiyana xwe ji dest daye, lê 2 meh piştre agahî dane malbata wî

Navenda Nûçeyan 

Di rapora otopsiyê hatiye diyarkirin ku Adugît 10’ê mijdara 2020’an jiyana xwe ji dest daye.

Metîn Agudît ji bajarê Wanê yê bakûrê Kurdistanê ye û demek dirêji di nav siyaseta legal de xebitî. Di salên 2009-2012’yan de Hevserokatiya rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ya navçeya Çildêranê kir. Di sala 2012’an de tê girtin, demek girtî dimîne û tê berdan. Di hilbiartina 2014’an de wekî endamê Meclisa Şaredariya Çildêranê li ser navê DBP’ê tê hilbijartin. Di sala 2015’an de ji ber zextan û dozên derbarê wî de hatine vekirin, neçar dimîne ku ligel malbata xwe berê xwe dide başûr û li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cudî (Mexmur) bicîh dibe.

Metîn Adugît ji bo debara malbata xwe bike di meha Mijdarê ya 2020’an de diçe Hewlêrê û li karekî diğere. Lê 7’ê mijdarê ji aliyê asayîşê ve tê girtin. Demek dirêj agahî ji Metîn Adugît nehat girtin û malbat jî ket nava lêgerînan. Di encama lêgerînên 2 mehan de malbatê bi rêya parêzerek serî li asayîşa Hewlêrê da. Asayîşê destpêkê gotiye “Liv ir nîne”, lê piştre li parêzer geriyaye û gotiye; “Ew kesê ku tu behs dikî, bi krîza dil miriye”.

Li ser vê yekê malbatê ji bo wergirtina cenaze serî li saziyên pêwendîdar da. Her wiha ji bo otopsiyê serlêdan kir.

Di encama rapora otopsiyê de derket holê ku Adugît 4 roj piştî girtinê jiyana xwe ji dest daye.

Di rapora bi îmzeya Bijîşkê Tiba Edlî ya Hewlêrê Hoşyar  Mehemed de hat diyarkirin ku midûriyeta Asayîşa Hewlêrê di 10’ê mijdara sala 2020’an de agahiya mirina Metîn Adugît Dawid  daye Tiba Edlî. Di raporê de tê gotin ku Adugît bi krîza dil jiyana xwe ji dest daye.

Rapora Tiba Edlî dîroka wefatê bi vî rengî dide. Lê asayîşa Hewlêrê agahiya mirinê di 13’ê yê çileya 2021’an de daye parêzer. Lê ev agahî piştî ku parêzer pirs kiriye hatiye dayîn.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar