Hevserokê Partiya Yekitiya Demokrat (PYD) Salih Muslîm têkildarî kareseta li Kurdistanê çêbû û êrîşên Tirkiyeyê ji nûçegihanê Ajansa Mezopotamyayê Mahmût Altintaş re axivî
Muslim anî ziman ku ew jî ji ber vê piştevaniya gelê kurd ku nîşan daye kêfxweş in û wiha got: “Em hevî dikin ku em karibin di demeke nêz de ji heq vê karesata hatiye serê Kurdistanê derkevin. Erdhej ne tenê erdhejeke xwezayî ye, erdhejeke siyasî ye jî. Divê her kes nas bike. Di vê erdhejê de heqîqeta dewleta tirk, heqîqeta rejima Sûriyeyê derket holê. Heqîqeta wan a ku çawa li gel dinêrin derket holê. Ji ber ku yên di bin kavilan de kurd bûn, alîkariya wan nekirin û xwestin wan tune bikin. Ev heqîqet derket holê. Divê em nas bikin. Her wiha alîkariya ku ji bo erdhejê ji dewleta tirk re hatiye jî di destê AFAD’ê de ye, nedane gel, gişt veşartine. Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi derfetên xwe yên kêm, bi çend şaredariyên ku di destê wê de mane, xwest alîkariya gel bike lê ew jî ji aliyê dewleta tirk ve tê astengkirin.”
‘Berpirsiyariyê nagirin ser xwe ’
Muslim bal kişand ser xemsariya Tirkiyeyê ya ji bo erdhejê jî û ev tişt gotin: “Di vê karesatê de ku bi 10 hezaran kesî jiyana xwe ji dest da, ew tu berpirsyariyê nagirin ser xwe û diavêjin stuye Xwedê. Dibe ku bi mirina wan kesan kêfxweş jî bibin. Dema ev karesat qewimî, demekê dirêj saziya dewletê AFAD ku berpirsyar e, alîkariya gel nekir. Tevî ku 13 roj di ser karesatê re derbas bûne, hê jî gundên ku tu kes neçûnê hene. Lê gelê kurd xwe gihand alîkariya kesên di bin kavilan de. Gelê kurd li gelek bajarên Kurdistanê kom bû û çû alîkariya xwişk û birayên xwe kir.”
‘Dixwazin demografiyê biguherînin’
Muslum di berdewama axaftina xwe de diyar kir ku erdhejê bandor li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye yên Helebe û navçeya Cindirês a Efrînê kiriye û got ku Rêveberiya Xweser jî ji bo mexdûrên erdhejê alîkarî ji gel re şandiye lê ew alîkarî ji aliyê Tirkiye û rejima Sûriyeyê ve hatine astengkirin. Muslim bandora erdhejê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wiha ragihand: “Roja ku erdhej çêbû, me hewl da xwe bigihînin wan, lê me nekarî. Yek di destê çeteyan de ye yek jî di destê rejimê de ye. Her duyan jî nehişt. Di encama erdhejê de nêzî hezar kesî li Cindirêsê jiyana xwe ji dest da. Yên ku ji derve hatine jî dixwazin li wir bi cih bikin. Bi vê yekê dixwazin ereban li wir bi cih bikin û demografiya wir biguherînin. Dema yên ku di bin kavilan de kurd bin, alîkariya wan nakin û dixwazin tune bibin. Gelê me yê Cindirêse bi dîmenên ku parve dikin dibêjin tu alîkarî ji me re nehatiye, alîkariya ku em dişînin jî ji aliyê dewleta tirk ve tê astengkirin. Anku zilmekî wisa tê meşandin. Heta niha jî hê gelek kes di bin kavilan de ne.”
‘Dewleta tirk 2 welatiyên sivîl qetil kirin’
Muslim têkildarî êrîşên Tirkiyeyê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî destnîşan kir ku tevî karesata mezin jî Tirkiyeyê êrîşen xwe yên li dijî Rojavayê ranewestandine û wiha got: “Di encama van êrîşan de welatiyekî sivîl ku 3 zarokên wî hebûn, Mahmûd Beşar, şehîd xistin. Yanî wisa tevdigerin ku êdî rêya ku em rojekê li rûyê hev du binerin jî nehêlin. Em ê çawa vê yekê û bi dehan tiştên wisa ku wan kirine ji bîr bikin. Duh dîsa topbaranên wan li heremê hebûn, dibêjin ew karê çeteyên wan in, na em bawer nakin. Çeteyên wan nikarin guleyekê jî bêyî wan biavêjin. Duh ji aliyê Eyn Îsayê topbaranên wan hebûn. Her wiha Til Rifat ku di erdhejê de bandor bibû jî topbaran kirin û welatiyekî sivîl yê 70 salî jî li wir şehîd ket. Lê divê em li dijî vê yekê pişta xwe nedin neyaran û birînên xwe bi xwe derman bikin, tişta ku ji me te xwestin jî ev e.”
‘Heke şer bê destpêkirin wê ne hêsan be ’
Muslim di berdewama axaftina xwe de bi lêv kir li djî van êrîşan amadekariyên wan jî hene û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ew polîtikayên dewletê yên êrîşê ne nû ne, bi deh salan e van polîtikayan bi awayekî zirav tên meşandin. Li ser tevahiya Kurdistanê heman polîtikayê dimeşînin. Ev 7 sal in ku em her tim di şer de ne. Ji ber wê dikarin her tiştî bikin. Ji bo hilbijartinê desthilatdar ji bo desthiltadariya xwe dirêj bike, dikarê şerî derxe. Bê guman li dijî van êrîşan amadekariyên me jî hene. Anku heke şerek bê destpêkirin, wê ne hesan be, gelê me tevî van êrîşan jî ji gundên xwe dernakevin, tevdîrên xwe girtine. Hezên me û gelê me têra xwe hene û parastina xwe jî kirine. Lê divê em jî her tim ji bo şer amade bin.”
‘Hêzên garantor ne ji bo aramiyê ji bo berjewendiyên xwe li vir in’
Muslim der barê bêdengbûna hezên garantor a ji bo van êrîşan jî diyar kir ku hezên garantor ne ji bo aramiyê, lê ji bo berjewendiyên xwe li herême ne û ev tişt anîn ziman: “Hezên garantor heta niha ji van êrîşan re bêdeng in. Bi taybetî jî Rûsya tu carî deng nake. Ew êrîşa ku li Kobanê pêk hat jî li ser wargehên Rûsyayê pêk hat. Rûsya jî dibîne, tê xuyakirin ku gişt jî dixwazin ji kurdan xilas bibin. Yên ku heta niha alîkariya kurdan kirine jî ji bo berjewendiyên xwe alîkarî kirine. 30 leşkerên Rûsyayê jî li wan deran hatin kuştin, lê Rûsya tu carî ranegihand ku leşkerên wan jî hatine kuştin. Hezên garantor ji bo kuştin nebin li wir in, lê dema mijar dibe kurd xwe ji kuştinan re ker dikin. Ereb dixwazin kurd tune bibin, tirk dixwazin tune bin, bi sed salan e jî dixwazin weke ermen, suryanî, pontûs tunekirin, kurdan jî tune bikin.”
‘Li dijî êrîşan divê em yekitiya xwe çêkin ’
Muslim anî ziman ku rastiya êrîşan tunekirina hemû kurdan e û li dijî van êrîşan ya pêwîst yekitî û yekrêziya kurdan e. Muslim axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Yên ku dibin hedefa dewleta tirk jî pêşengên vê têkoşînê ne. Lê kurd kirine dorê, kî serî hildide dixwazin wan tune bikin. Piştî ku kurdê serhildêr tune bikin jî dor dê were kurdên din. Divê berî her tiştî em vê yekê bi gelê xwe bidin fêmkirin. Di nav wezîrên Tirkiyeyê de çend tirk hene, piranî ji kurdên me ne, tevî ku yên tê xwestin tune bibin gelê wan e, dîsa jî xizmetê ji dewleta tirk re dikin. Heke meriv heqîqeta dijmin û heqîqeta armanca wan nas bike divê meriv tevdîrê jî bigre. Heta niha tişta anîne serê me, dibêjin ’em kurdên xirab dikujin, em kurdên baş ku bi me re ne nakujin.’ Lê dê wan jî bikujin. Ji bo wê jî divê em xwe bi rêxistin bikin, xwe hişyar bikin û gelên derdora xwe jî hişyar bikin. Dîplomasiya siyasetê jî li ser vê esasê bimeşînin. Kesên ku wekhevî û jiyana hevpar qebûl dikin divê em wan bihêz bikin. Dewletên din jî li berjewendiyên xwe dinêrin. Em nebêjin ku filan dewlet dê alîkariya me bike, hemû netew-dewlet li berjewendiyên xwe dinêrin. Ew li çekên xwe dinêrin, ne xema wan e ku kurd, ermenî an jî asûrî hatine kuştin. Li dijî van êrîş û polîtikayan divê em yekîtiya xwe û hêza xwe çêkin. Wê demê em dikarin tiştekî bikin.”