Dewleta tirk a dagirker ku bi hevlariya PDK’ê başûrê Kurdsitanê dagirkiriye û êrîşî ser kurdan dike. Li gorî nûçeya Rojnewsê hate ragihandin ku îro di saetên serê sibê de dewleta tirk a dagirker bi balefirên bê mirov sînorê Şêladizê yê girêdayî Dihokê bombebaran kir. Hate diyarkirin ku di encama bombebarana dewleta tirk de kesek jiyana xwe ji dest da.
Yekîneyên Avakirina Aştiya Civakî (CPT) têkildarî hûrgiliyên êrîşê li ser hesaba xwe ya medyaya dijîtal agahî parve kir. CPT’yê da zanîn ku kesê jiyana xwe ji dest dayî Osman Rijdî Rêkanî (32) pêşmergeyeke teqawid ê ji eşîra Rêkaniyan e. CPT’yê da zanîn ku dema Rijdî Mîrweysiye bi mêşên xwe yên hingiv re eleqedar dibû, di bombebaranê de hatiye kuştin.