Artêşa tirk û komên paramîlîter ên girêdayî wê îro di danê sibehê de gundên bakurê bajarê Minbicê topbaran kirin. Hat zanîn ku noqteyên hêzên rejîma Şamê yên li gundên Toxan û Ewn Dadat ên dikevin bakurê bajarê Minbicê bi tank û obûsan hatin topbarankirin.
Li gorî agahiyan, di encama êrîşê de 2 leşkerên rejîma Şamê hatin kuştin û 4 jî birîndar bûn.