Li gorî agahiyên nûçegihanê Rojnewsê dane, li çar rêya Reşgîn ya ser bi rêya 100 metrî ya bajarê Hewlêrê, wesayîtek hatiye gulebarankirin.
Hate gotin ku di encama êrîşa çekdarî de kesek hatiye kuştin û yek jî birîndar bûye. Piştî bûyerê, kes yan jî kesên êrîş pêkanîn e, reviyan.
Derbarê bûyerê de lêkolîn hate destpêkirin. Heya niha aliyên peywendîdar tu daxûyaniyek belav nekirine.
Hêjayî gotinê ye ku bi hevkariya PDK û dewleta tirk a dagirker heta niha gelek welatparêzên kurd bûne hedefa sûîqastên wiha û jiyana xwe ji dest dane. Îxaneta PDK’ê a li hemberî kurdên bi şeref û namûs derketiye asta herî jor.
PDK ji avabûna xwe heta niha li hemberî kurdan di nava îxanetê de ye.