Li dijî navenda polîsan li bajarê Raskê ya Eyaleta Sistan-Belucistan a Îranê êrîşeke çekdarî hat kirin. Êrîş, di saetên derengiya şevê de hat kirin û hat ragihandin ku di êrîşê de 11 endamên emniyetê jiyana xwe ji dest dane. Li gorî daxuyaniya Walîtiya Sistan-Belucistanê ya li ser ajansa fermî ya Îranê IRNA’yê; di êrîşê de 11 kes hatine kuştin.
Medyaya herêmî îdia kir ku rêxistina bi navê “Ceyşul Adl” êriş li xwe girtiye.