Li gorî nûçeya ANHA’yê ku xwe dispêre çavkaniyên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê, çeteyên girêdayî dewleta tirk roja çarşemê 6’ê îlonê saet 12.00’an de bi çekên giran êrîş birine ser gundên El-Buwîhic û El-Bogaz ên dikeve bakurê rojavayê Minbicê.
Meclîsa Leşkerî bersiv da êrîşan û şerekî giran çêbû. Êrîşên li vir hatin şikandin.
Hate ragihandin meclîsa Leşkerî li herêmeke berfireh tevdîr stend û bi dehan çete hatine kuştin.
Meclîsa Leşkerî di 5’ê îlonê de bi daxuyaniyeke nivîskî ragihandibû ku çeteyên El Nûsrayê bi piştgiriya dewleta tirk li hin gundên dagirkirî yên aliyê rojavayê bajêr bi cih bûne.
Gundên derdora Eyn Îsayê hate bombekirin
Li aliyê din hate ragihandin ku artêşa tirk a dagirker saet derdora 02.00’an de bi çekên giran gundên Sêgîro, Hiwêca, Sefawiyê û Cehbet ên rojava-rojhilatê Eyn Îsa yê dane. Derbarê êrîşê agahiyên berfirehtir nehatin bidestxistin.