Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Di êrîşa dewleta tirk de jinek û hevserê wê birîndar bûn

Di encama topbarana artêşa tirk û çeteyên wê de li ser gundê Soxankê yê navçeya Şêrawa ya kantona Efrînê de jinek û hevserê wê birîndar bûn. Her wiha çavkaniyên herêmî diyar kirin ku sivîl bûne hedefa topbaranê û  gelek malan xesar dîtine

Artêşa tirk û çeteyên wê ku li gundê Kîmar ê navçeya Şêrawa bi cih bûne, bi tank û topên hewanê gundê Soxankê topbaran kir. Di encama topbaranê de jinek û hevserê wê ku ji  gundê Soxankê ne, birîndar bûn. Jina 58 salî ya bi navê Nedîma ji serê xwe birîndar bû û hevjserê wê Elî Mamo yê 63 salî jî ji lingê xwe birîndar bûye.

Her du ji bo tedawiyê rakirin Nexweşxaneya Avrîn a kantona Şehbayê. Her wiha di encama topbarê de xesarên madî di mal û erebeyên sivîlan de çêbûn.

Birarê Elî Mamo ku bû şahidê topbaranê, wiha got: “Îro ji nişka ve artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê yên terorîst em topbaran kirin. Malên sivîlan bi awayekî yekser kirin hedef. Di encama wê de xesarên madî di malan de çêbûn. Mala birayê min bi ser wan de rûxiya û birayê min û hevsera wî birîndar bûn.”

Bijîşkên Nexweşxaneya Avrîn diyar kirin ku rewşa birîndaran xeter e û dê wan di nexweşxaneyê de derman bikin. EFRÎN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar