Navenda Nûçeyan
Berdevkê Wezareta Karên Hundir a Iraqê Xalid El Mehne destnîşan kir ku di êrîşên xwekujiyê yên li Bexda yê de 13 kesan jiyana xwe ji dest da û 28 kes jî birîndar bûn. Berdevkê Artêşa Iraqê Yehya Resul jî diyar kir ku herdu êrîşkar dema ku hêzên ewlehiyê ew dişopandin û dixwestin wan bigirin, xwe teqandine.
Li paytexa Iraq Bexdayê îro saet 11.30’an de li qada bi navê “Qada Balafirgehê” êrîşên xwekujiyê pêk hatin. Hat diyarkirin ku 2 êrîşka di nav bazarê de bombeyên li ser xwe teqandine.
Kesên birîndar rakirin nexweşxaneyên Bexdayê.Wezareta Tenduristiyê ya Iraqê ji bo birîndaran banga lezgîn a xwînê kir.