Dewleta tirk a dagirker îro piştî nîvro êrîşek bir ser Kobanê û piştre top avêt gundên di navbera Kobanê û Girê Spî.
Di êrîşa li ser navenda Kobanê de 2 kes birîndar bûn.
Dewleta tirk a dagirker gelek top avêt gundên Qeremox, Xanê, Til Hacîb, Serzorî û Gultepe yên di navbera Kobanê û Girê Spî.
Di van êrîşan de Îbrahîm Şerîf ê ji gundê Xanê şehîd bû û herî kêm 11 kes jî birîndar bûn. Birîndar rakirin nexweşxaneyên li navenda Kobanê.
Hat ragihandin ku zarokekî 4 salî jî birîndar bûye û êrîşa li ser herêmê didome. KOBANÊ