Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...

Pazartesi - 30 Eylül 2024

Di ferhenga siyasî ya PKK’ê de Pêngava 15’ê Tebaxê

PKK 15’ê Tebaxê di ferhenga xwe ya siyasî de wek pêngavek siyasî, îdeolojî, çandî, exlaqî û rêxistinî pênase dike. Rêber Ocalan der barê 15’ê Tebaxê de dibêje: “Nabe mirov tenê di warê leşkerî de li 15’ê Tebaxê binêre. Di heman demê de armanca wê derxistina pêş a nasnameya kurd bû ku hem di dîrokê de hem jî di wê serdemê de hatibû înkarkirin.”

Destpêkirina xebata çekdarî ku PKK di ferhenga xwe ya siyasî de wek fîşeka yekem bi nav dike, ji beriya niha 37 salan di sala 1984’an de yekem car ji aliyê fermandar Mahsum Korkmaz bi nasnav Egîd ve hat teqandin. Îro 37 sal di ser teqandina fîşeka yekem re derbas dibe ku bi saya wê rojê îro kurd li herêmê bûne xwedî hêz.

PKK 15’ê Tebaxê di ferhenga xwe ya siyasî de wek pêngavek siyasî, îdeolojî, çandî, exlaqî û rêxistinî pênase dike. Rêber Ocalan der barê 15’ê Tebaxê de dibêje: “Nabe mirov tenê di warê leşkerî de li 15’ê Tebaxê binêre. Di heman demê de armanca wê derxistina pêş a nasnameya kurd bû ku hem di dîrokê de hem jî di wê serdemê de hatibû înkarkirin.”

Hevserokê KCK’ê Cemîl Bayik jî di pirtûka ‘Dîrokek ji agir’ de dibêje; “15’ê Tebaxê pêngava azadî û demokrasiyê ye û xwe rizgarkirina ji koletî û desthilata dagirker e. Divê 15’ê Tebax wek şiyarbûn û rabûna gelê kurd were pênasekirin.”

Darbeya 12’ê Îlonê

Piştî darbeya 12’ê Îlona 1980’an zextên li ser tevgerên çepgir û sosyalîst ên li Tirkiyeyê zêdebûn. Her wiha gelek qadroyên PKK’ê hatin girtin, bi taybetî jî Berxwedana 14’ê Tîrmehê, wisa kir ku PKK rêyek din ji bo lewazkirina zextan û zindî hiştina Berxwedana 14’ê Tîrmehê ya li zindana Amedê biceribîne.

Hevserokê KCK’ê Bayik di pirtûka ‘Dîrokek ji agir’ de wiha behsa destpêkirina pêngava 15’ê Tebaxê dike: “Ji bilî berxwedana zindana Amedê tu dengek din li dijî darbeya faşît a 12’ê Îlonê nebû. Kesê jî ne dizanî li Tirkiyeyê çi çêdibe. Her kes wisa difikirî ku dê darbeya 12’ê Îlonê weke xwe bimîne û hikmê xwe berdewam bike. Kesek hêvî nedikir dê pêngavek wisa mezin li dijî wê rejimê destpê bike.”

Biryara teqandina fîşeka yekem

Di sala 1982’an de PKK’ê di Konferansa xwe ya duyem de ji bo zindîhiştina Berxwedana 14’ê Tîrmehê, biryar da dest bi xebata çekdarî bike. Wek Cemîl Bayik dibêje; diviyabû şere çekdarî zûtir destpê bikira. Lê ji ber ku di warê pratîkî de hinek derengmayîn çêbû, ev pêngav dereng hat destpêkirin.

Di Hezîrana 1984’an de li devera Lolan a Biradostê PKK’ê ji bo destpêkirina şerê çekdarî dicive. Li gorî belgeyên wê civînê, di civînê de biryar tê girtin li herêma Botan û Colemêrgê çalakiyên leşkerî werin lidarxistin. Ji bo çalakiyê sê cih tên diyarkirin. Ev cih jî qereqolên Eruh, Şemzînan û Şaxê bûn.

Fermandar Egîd di çalakiya li Eruhê de yekem fîşek li dijî dewleta tirk teqand û bi vî awayî pêngava 15’ê Tebaxê destpê dike.

Pêngavê herkesê şoq kir

Pêngava 15’ê Tebaxê dengvedanek mezin bi xwe re anî. Ji ber ku ev pêngav piştî 28 serhildanên kurdan ên li bakurê Kurdistanê hat ku tev hatibûn bêdengkirin. Ji bo wê wekî Cemîl Bayik dibêje; Vê pêngavê herkesê şoq kir, ji ber ku kesek hêvî nedikir wê pêngavek wisa mezin di wan şert û mercan de pêk were.

Ji ber vê yekê Pêngava 15’ê Tebaxê di nava gelê kurd de wek roja vejînê tê nasîn ku rûpelek nû di dîroka têkoşîna kurdan de nivîsî.

Gelê kurd nîşan da ku edî koletî û dagirkeriyê qebûl neke

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan der barê encamên Pêngava 15’ê Tebaxê de wiha dibêje: “Gelê kurd li bakurê Kurdistanê carek din rabû ser pêyan û berxwedana çekdarî dest pê kir. Nîşandan ku ew  êdî koletî û dagirkeriyê qebûl nekin. Kurd bûn xwedî hêz û êdî karîn li dijî dagirkeran li ber xwe bidin. Ev jî di dîroka berxwedana gelê kurd de bû berxwedanek nû û jiyanek nû.”

Pêngava 15’ê Tebaxê ne tenê pêngavek çekdarî bû

Hevserokê KCK’ê Bayîk jî di derbarê 15’ê Tebaxê de wiha dibêje: “Pêngava 15’ê Tebaxê ne tenê pêngavek çekdarî bû, rast e aliyê wê yê leşkerî heye lê aliyê leşkerî piştî hemû aliyên din tê. 15’ê Tebax pêngavek siyasî, îdeolojî, rêxistinî, çandî, exlaqî bû û piştî wan jî leşkerî bû. Pêngava jiyanek nû bû.”

Îro 37 sal di ser vê pêngavê re derbas dibe, niha kurd li Tirkiye, Rojhilata Navîn û cîhanê bûne hêzek sereke ku êdî nikarin di pirsgirêkên navneteweyî û herêmî de kurdan paşguh bixin. Çavkanî: Rojnews

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar