Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...
Cuma - 20 Eylül 2024

Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Di hefteya mafên mirovan de bang kirin

Parazvanên mafên mirovan di çarçoveya Hefteya Mafên Mirovan de li gelek navendan bang kirin û xwestin li dijî binpêkirina mafan têkoşînek hevpar bê dayîn

Navenda Nûçeyan

Parazvanên mafên mirovan, di çarçoveya hefteya Mafên Mirovan a Cîhanê de li Stenbol, Îzmîr, Edene, Mêrsîn û Hatayê daxuyanî dan çapemeniyê.

Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Vakfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) yên Stenbolê di çarçoveya hefteya mafên mirovan 10-17’ê Kanûnê de li qada Sultanahmetê daxuyanî dan çapemeniyê. Parazvanên mafên mirovan li qadê kom bûn û pankarta ‘Mafê mirovan hema niha’ vekirin û dowîzen ‘Ji şer re na aştî hema niha’, ‘Dawî li binpêkirina mafên li girtîgehan bînin’ û ‘Her kes rengîn e, her kes wekhev e’ vekirin. Di daxuyaniyê de bênavber dirûşma ‘Rûmeta mirovan dê îşkenceyê têk bibe’ berz kirin.

Seroka ÎHD’ê ya Stenbolê Gulseren Yolerî, bal kişand ser danezana mafên mirovan a gerdûnî û wiha got: “Ji bo aştî, edalet, wekhevî, azadî û rumeta mirovan bê parastin û ev yek mîsoger bibe em ê têkoşîna xwe ya demokratîk berdewam bikin.”

‘Divê tecrîd bi dawî bibe’

Yolerî da zanîn ku di di sala 2020’an de pirsgirêka kurd û tecrîda li Îmraliyê bêtir kûr bûye û ev tişt anî ziman: “Pirsgirêka kurd li pêş demokratîkbûna Tirkiyeyê astengiya sereke ye. Şerê çekdarî hêj didome. Mafê jiyanê û binpêkirina mafan didome. Divê tecrîda li Îmraliyê bi dawî bibe.”

Hevseroka  ÎHD’ê Eren Keskîn jî anî ziman ku 72 sal berê danezan hatiye îmzekirin lê hêj binpêkirinên mafan kêm nebûne û xwest wekî parazvanên mafên mirovan têkoşînek hevpar pêş bixin.

Mêrdîn

Platforma Ked û Demokrasiyê ya Mêrdînê jî bi heman armancê li avahiya KESK’ê bi tevlêbûna dehan kesan daxuyanî dan. Beriya daxuyaniyê endama Meclisa Dayikên Aştiyê Nure Tarlak diyar kir ku li zindanên Tirkiyeyê di 27’ê Mijdarê de girtiyan li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê kirine û wiha got: “Di hefteya mafên mirovan de li zindanan girtî 14 roj in di greva birçîbûnê de ne. Em bang li her kesî dikin ku daxwazên zarokên me bibînin û qebûl bikin. Em carek din naxwazin ji zindanan cenaze derkevin.”

Li ser navê Platforma Ked û Demokrasiyê ya Mêrdînê hevserokê ÎHD’ê Fevzî Adsiz jî daxuyanî da û xwest pirsgirêka kurd bi rêbazên demokratîk çareser bibe û da zanîn ku êdî li Tirkiyeyê OHAL mayinde kirine û xwest tecrida li Îmraliyê li ser Ocalan tê kirin bi dawî bibe.

Îzmîr

Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD), Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD),  Wakfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TİHV), Komeleya Malbatên Girtiyan a Ege (EGE-TUHAY-DER), Înîsiyatîfa Heq, Komeleya Pira Nava Gelan û Komeleya Rojeva Mafên Mirovan ên Îzmîrê bi heman armancê li pêş Sumerbankê ya berê daxuyanî dan çapemeniyê.

Li ser navê parazvanên mafên mirovan sekreterê TÎHV’ê Coşkun Usterci daxuyanî xwend. Usterci anî ziman ku di pêvajoya şewba kurewî de binpêkirina mafan zêdetir bûye û wiha got: “Bi îlana OHAL’ê û şewba vîrûsê îktîdara siyasî bêtir mafê azadiya ramanê û îfadeyê bi sînor kiriye. Bi taybetî zextên li ser çapemeniyê zêdetir bûye.”

Edene û Hatay

ÎHD’ê ya Edeneyê bi heman armancê li avahiya komeleyê daxuyanî dan. Serokê ÎHD’ê parêzer Îlhan Ongor, anî ziman ku bi şewbê re binpêkirina mafan zêde bûye.

Hevseroka ÎHD’ê ya Hatayê Servet Ustun Akbaba jî daxuyanî da û diyar kir ku dê ji bo parastina mafan têkoşkîna xwe berdewam bikin.

Mêrsîn

ÎHD’ê ya Mêrsînê jî bi heman armancê daxuyanî da. Hevserokê ÎHD’ê Ozturk Turkdogan, Şaredarê Mêrsînê Vahap Seçer, hevseroka HDP’ê ya Mêrsînê Gulbahar Şofer jî tev li daxuyaniyê bûn. Bi hevre vîdeoya ku bi awayekî koro danezanê dixwinin temaşe û guhdar kirin.

Rêveberê Navendî yê ÎHD’ê Îlhan Kiliç, daxuyanî xwend û piştre bi hevre ji bo girtiyan kart şandin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar