Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Cumartesi - 5 Ekim 2024

‘Di hemû baweriyan de gor tiştekî pîroz e û êrîşên li dijî wan şermeke mezin e’

Hevserokê Giştî yê Komeleyên Elewiyan ê Demokratîk (DAD) Mûsa Kulu û sekreterê giştî yê komeleyê Zeynel Kete têkildarî êrîşên dewleta tirk ên li dijî goristanan û cenzayê endamê Koma Grup Yorumê Îbrahîm Gokçek ji MA’yê re axivîn.

Mûsa Kulu diyar kir ku divê hikûmet dev ji van pêkanînên xwe yên li dijî mirovahiyê berde û wiha domand: “Li her derê cîhanê gor pîroz in. Qebîleyên herî paşverû bi xwe jî tiştên wiha li qadên pîroz ên mirovan nakin, vê zilmê nakin. Lê belê dewleteke ku dibêje ez dewleta hiqûqê me, bi demokrasiyê têm birêvebirin û gelek peymanên mafên mirovan îmze kiriye, van kiryaran dike. Ev şermeke mezin e. A ku perçe dikin mirovahî ye.”

‘Hûn çi bikujin dê rojek were ew tişt dê we jî bikuje’

Kulu destnîşan kir ku çandeke wiha di baweriya wan de tune ye û wiha domand: “Nayê qebûlkirin. Banga min ji bo van êrîşkaran e. Hûn bi êrîşên li dijî goristanan re aştî, hezkirin û pêşerojê dikujin. Dawî li van êrîşan bînin. Hûn çi bikujin, rojekê ew tişt dê were û we jî bikuje. Kesên ji xwe re dibêjin mirov, rewşenbîr û demokrat divê li dijî van êrîşan dengê xwe bilind bikin û bertek nîşan bidin.”

‘Gor nûnertiya nasnameya mirovan dike’

Der barê mijarê de Zeynel Kete jî got ku li gorî baweriya wan her can bi hewa, ax, agir û avê re dibe yek û careke din diafire. Kete wiha domand: “Ango mirin ne sînorê tunebûnê ye. Vekirina deriyê jiyaneke nû ye. Em ji heq tên û em ê dîsa biçin heq. Lewma civakîbûna mekan tenê ne ji bo saxan, ya miriyan e jî. Gor, ji bo mirovan navendên rêz, hezkirin û baweriyê ne û nûnertiya nasnameya mirovan dikin.”

‘Rêza ji bo miriyan fazîleteke hevpar e’

Herî dawî jî Kete ev tişt anî ziman: “Gor, di hemû baweriyan de jî pîroz in. Xaleke hevpar a mirovahiyê ye. Civakîbûn li ser goristanan tê avakirin. Goristan nasnameyên baweriyan e. Xwedîderketina li kêlikekê, xwedîderketina li dîrokekê, li nasnameyekê ye. Destnedayîna goran û rêza ji bo miriyan fazîleteke hevpar e. Êrîşên li dijî goran û yên li dijî cemxaneyan nayên qebûlkirin.” MERSÎN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar