Li Spanyayê di hilbijartinên giştî de partiya sosyalîst li pêş e. Lê belê ti ji partiyan piraniya kursiyên li parlamentê wernegirtin.
Partiya Sosyalîst 28 ji sedî yê dengan wergirt û mîna hilbijartina beriya niha bû xwedî heman hejmara kursiyên li parlamentê.
Partiya Mûxafazakar jî xwe ji nû ve komî ser hev kir û wê bi 88 kursiyan li parlamentê bê temsîlkirin. Partiya rastgiriya tund jî 52 kursî wergirt.
Partiya çep Podemos ku ji bo avakirina hikumetê dikare bibe hevparê sosyalîstan 7 kursî kêm kir. Cîûtadanos bi rêjeya 7 ji sedî 10 kursî kêm kir. MADRÎD