Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

‘Di hiqûqa Tirkiyeyê de îdam nîne lê di pratîkê de heye’

Parlamentera HDP’ê Ayşe Acar Başaran diyar kir ku her çiqas di hiqûqa Tirkiyeyê de îdam nebe jî, di pratîkê de heye û bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş. Başaran da zanîn ku li dijî girtiyên nexweş hiqûqa dijminatiyê heye û got ku gelek kes di girtîgehan de jiyana xwe ji dest didin

Rewşa girtiyên nexweş ên li girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê roj bi roj xerabtir dibe. Li gorî rapora Komîsyona Girtîgehan a Navendî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), di 17 salên dawî de li Tirkiyeyê 3 hezar û 500 girtiyên nexweş jiyana xwe ji dest dane. Niha jî 458 jê nexweşên giran, li girtîgehan hezar û 334 girtiyên nexweş hene. Têkildarî mijarê berdevka Komîsyona Hiqûqê û Mafên Mirovan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ayşe Acar Başaran ji MA’yê re axivî.

Başaran bal kişand ser helwesta hikûmetê ya li dijî girtiyên nexweş û wiha got: “Li dijî girtiyên nexweş hiqûqa dijminatiyê tê dimeşînin. Raste li Tirkiyeyê cezayê îdamê tune. Lê ev ceza di pratîkê de heye. Ji ber ku heta mirov ne mirin, nayên berdan. AKP bi feraseteke çareseriyê nêzî pirsgirêka kurd nabe. Ji ber vê yekê jî hêjmara girtiyên nexweş zêde bûye. Rewşa van girtiyan her ku diçe jî girantir dibe. Ev girtî di demên dawî de êdî nikarin bi tena serê xwe bijîn.”

‘Gelek kes di girtîgehan de jiyana xwe ji dest didin’

Di berdewamê de jî Başaran diyar kir ku girtiyên nexweş ji ber ku nayên dermankirin û nikarin bi tena serê xwe bijîn, li girtîgehan jiyana xwe ji dest didin û wiha domand: “Yek ji van kesan jî Emîne Aslan Aydogan e. Mînakên vê gelek in. Hevserokên bajar û navçeyan yên partiya me mixabin bi van sepanan re rû bi rû ne. Li girtîgehan jiyana xwe ji dest didin.”

 ‘Pêkanînên li dijî sincên mirovahiyê’

Herî dawî jî Başaran ev tişt anî ziman: “Girtiyên nexweş, li nexweşxaneyan destê wan bi ranzayan ve kelepçekirî dimirin. Ev li dijî sincên mirovahiyê ne. Mafê girtiyan ê tenduristiyê ji destê wan digirin û wan terkî mirinê dikin. Erê rast e ji bo ku dengê girtiyên nexweş li meclisê bilind bibe em têdikoşin lê ev têrê nake. Mixabin civak li hemberî vê yekê bêdeng e. Heta bêdengî hebe dê mirina girtiyên nexweş jî bidome. Divê em bi hevre dengê xwe bilind bikin. Divê em li dijî pêkanînên ku rûmeta mirovan tune dihesibînin bêhtir dengê xwe bilind bikin.” WAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar