Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Di hucreya ku Gezer lê diman de butona lezgîn hatiye betalkirin!

Veysî Eskî yê parêzerê Garîbe Gezer ku li Girtîgeha Kandirayê bi awayek guman jiyana xwe ji dest da, diyar kir ku butona lezgîn a li hucreya Gezer lê dima û li hucreyên din hatine betalkirin

Garîbe Gezer a li Girtîgeha Tîpa F a Kandirayê girtî bû, duh li hucreya lê dima bi awayek guman jiyana xwe ji dest da. Garîbe Gezer di girtîgehê de bi îşkenceya sîstematîk re rûbirû mabû. Rêveberiya girtîgehê îdia kir ku Gezer xwe kuştiye û bêyî ku parêzer hebin otopsiya cenaze hatiye kirin.

Di rapora pêş a otopsiyê de sedema mirina Gezer nehatiye diyarkirin. Parêzeran xwest biçin girtîgehê lê çûna wan hat astengkirin. Parêzeran li ser vê yekê girtek amade kirin û ragihandin ku ew ê derbarê rayedaran de gilî bikin. Li ser israr û berteka parêzeran destûr hat dayîn ku parêzer biçin Girtîgeha Kandirayê û bi miwekîlên xwe din re hevdîtinê bikin.

Veysî Eskî ku parêzerê Gezer bû derbarê serdana girtîgehê de ji Ajansa Mezopotamyayê re axivî. Eskî diyar kir ku bêyî wî otopsiya cenaze hatiye kirin û pişt re wan bi dozger re hevdîtinê kirine û dozger gotiye ‘bêyî parêzeran jî otopsî dibe’ û got ku bêparêzer karûbarê otopsiyê gumanan zêdetir dike.

Nîşaneya daliqandinê

Eskî da zanîn ku pişt re wan otopsiya pêşî wergirtine û wiha got: “Di raporê de sedema mirinê nehatiye diyarkirin. Ev rapor ne ya esîl e. Hêj sedemê mirina wê bi awayek zelal nehatiye tespîtkirin. Lê belê dema meriv raporê lêkolîn dike nîşaneya daliqandinê heye. Piştî ku rapora teqez hat wê sedema mirina wê ya teqez diyar bibe.”

Dengê xwe nedaye bihîstin

Di axaftina xwe de Eskî anî ziman ku pişt re çûne girtîgehê û wan li Kandirayê bi Hevseroka Giştî ya HDP’ê ya berê Fîgen Yuksekdag, Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê ya berê Gultan Kişanak û miwekîlên din re hevdîtin kirine û got ku muwekîlên wan xemgîn in û wiha domand: “Gotin ku pergala hucreyê bi tenê di bûyereke wiha de bandor bûye. Ji ber ku tiştek wisa ye ku mirov di van şaneyan de bimire jî kes nikare wan bibihîze. Rewşeke wiha ya tecrîdê heye. Ji ber vê rewşa tecrîdê Garîbe demeke dirêj di bin tecrîdê de ma. Şert û mercên wî tunebûn ku dengê xwe bide bihîstin.”

Buton hatine betalkirin

Parêzer Eskî da zanîn ku piştî çûne girtîgehê hînbûne ku butonên ji bo rewşên awarte ango lezgîn hatine betalkirin û ev tişt anî ziman: “Neçalakkirina van butona îhmaleke cidî ye. Ji ber ku di rewşeke lezgîn de dibe ku kesek di hucreyê de bi wan butonan bi rêveberî û gardiyanan re têkiliyê deyne, lê ev buton hatine betalkirin. Belkî heger ev buton nehatana girtin an betalkirin, dibe ku rewşek wiha çênebûya jî. Ev buton bi hinceta ku girtiyên edlî li ser hev bikar tînin hatine betalklirin.”

Eskî da zanîn ku hevalên Gezer ên li girtîgehê saetek şûn ve rewşê ferq kirine û wiha got: “Piştî saetekê gazî dikine, lê deng ji Garîbe dernakeve û pişt re agahî dane îdareyê. Piştî îdare hatiye dîtine ku Garîbe jiyana xwe ji dest daye.”

Kişanak: Kuştina jinekê ye

Eskî hevdîtina xwe ya bi Gultan Kişanak re wiha vegot: “Kişanak got ku ev kuştina jinan e. Ji ber ku îdareyê her çend gav bi gav rewşa derûnî ya Garîbe zanibû jî, tu tedbîr negirtine û bi qestî jinek şandine mirinê.”

Divê lêpirsînek berfireh were kirin

Her wiha Eskî anî ziman ku divê Wezareta Dadê lêkolîneke berfireh bike û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Li girtîgehan kes ne di ewlehiyê de ye. Bi taybetî di Tîpa F de bi sazûmana dewletê re bi tenê tên hiştin. Di pirsgirêkên kûr ên derûnî yên ku mirov dijîn de, rêveberî bi tu awayî li gorî vê rewşê xwe nêzî mirovan nake. Divê ku ev însan bi tenê neyên hiştin. Heger hewce be divê were dermankirin. Ji ber ku piştî bûyerên ku hatin serê Garîbe, mana li Kandirayê jî pirsgirêk e. Wan Garîbe di bin kontrola kesên ku ew mexdûr kirin de hiştin.” STENBOL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar