Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Di hucreya yek kesî de li ber xwe dide

Mesût Yaşasin ê li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ye, li hucreya yek kesî ya girtîgehê çalakiya xwe didomîne. Bavê wî Mahsûn Yaşasin bal kişand ser rewşa tenduristiyê ya kurê xwe û bang kir

Ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, grevên birçîbûnê û rojiya mirinê didomin. Yek ji berxwedêrên greva birçîbûnê Mesût Yaşasin e ku li girtîgeha Xarpêtê ye.

Mesût Yaşasin ku dema li Zanîngeha Dîcleyê sala 2017’an dixwend hate girtin û şandin Girtîgeha Tîpa D a Amedê di encama darezandinê de bi îdîaya ‘Endamtiya rêxistinê’ hate girtin. Yaşasin piştî ragirtina 4 mehan a li Girtîgeha Tîpa D a Amedê û şûnde sewqî Girtîgeha Xarpêtê hate kirin. Yaşasin û hevrêyên xwe yên dest bi greva birçîbûnê kirin, ji 1’ê adarê û vir ve di hucreya yek odeyî de tên ragirtin.

‘Pisgirêka dîtin û bihîstinê peyda bûne’

Bav Mesût Yaşasin Mahsûm Yaşasin Çarşema bihurî bi kurê xwe Mesût Yaşasin re hevdîtin pêk anî. Yaşasin diyar kir ku rewşa kurê wî xirab bûye. Yaşasin anî ziman ku di dema hevdîtinê de pirsgirêkên dîtin û bihîstinê yên kurê wî peyda bûye. Bav Yaşasin got ku kurê wî tevî pirsgirêkên tenduristiyê li hucreyê çalakiya xwe didomîne.

‘Di hucreya yek kesî de çalakiya xwe didomîne’

Bav Yaşasin destnîşan kir kurê wî nerazîbûn nîşanî rêveberiya girtîgehê daye ku hevrêyên wî yên di grevê de avêtine hucreyê yek kesî û diyar kir ku ji bo bidawîbûna vê bi rayedarên girtîgehê re civiya ye. Yaşasin anî ziman ku rayedarên girtîgehê guh nedaye daxwazên wî û got ku kurê wî ji 1’ê adarê ve dema destpêkirina greva birçîbûnê di hucreya yek kesî de ye.

‘Daxwazname bêkêr in’

Yaşasin da xuyakirin ku ji bo kurê wî daxwaznameyek ji bo rêveberiya girtîgehê binivîse daxwaza pênûs û kaxezê kiribû, rêvebiya girtîgehê gotine: “Daxwaznameya we li vir ne derbasdar e.” Bav jî got ku ev helwest bê hiqûqî ye.

‘Daxwaza wan dewlet hiqûqa xwe bicih bîne ye’

Yaşasin diyar kir ku daxwazên kurê wî rewa û mirovî ne, destekê didin çalakiyên grevên birçîbûnê û rojiya mirinê. Bav Yaşasin wiha got: “Ez destekê didin daxwazên kurê xwe hevrêyên wî. Didim nîşandan ku xwedî li daxwazên wan ên bi maf û rewa derdikevim û daxwazên hemû gelan in. Daxwazên wan ên hevdîtina malbat û parêzeran a li gel Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dikarin bên bi cih bînin. Ya rastî daxwazên wan dewlet hiqûqa xwe bi cih bîne ye. Tecrîd sûcekî yê mirovahiyê ye. Em ê heta dawî li gel girtiyên ku yekane daxwazên wan bi dawîbûna tecrîdê ye bin. Tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar dikin û daxwaza demildest a bidawîbûna tecrîdê dikin.” AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar