Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

 ‘Di kemîna PDK’ê de 2 gerîla birîndar bûn’

HPG'ê daxuyand ku hêzên PDK’ê wesayîta gerîlayan guleberan kirine û wiha got: "24'ê çileyê saet di 11'an de hêzên me ku bi 2 wesayitan ber bi Girê Amediyê ve diçûn li qada Sergelê ketin kemîna hêzên PDK'ê. Di encama gulerebarana hêzên PDK'ê de 2 hevalên me birîndar bûn."

PDK li başûrê Kurdistanê di nava hewldanên provokatîf de ye û kemînê li p»şiya gerîlayên azadiyê datîne. Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê êrîşa çeteyên PDK’ê de daxuyanî da. Daxuyaniya HPG’ê bi vî rengî ye:

“Li herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl;

23’ê çileyê saet di 08:30’î de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên giran dest li dagirkeran hate werdan ku hewl didan bi cih bibin û liv û tevgera dagirkeran hate rawestandin.

24’ê çileyê saet di 10:30’î de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi çekên nîv otomatîk li dagirkeran hate xistin, derb li çeperekê hate xistin.

Li herêma Xakurkê;

24’ê çileyê saet di 17:30’î de li Girê Şehîd Kamûran bi çekên giran li dagirkeran hate xistin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.

24’ê çileyê saet di 17:40’î de li Girê Şehîd Heqî bi çekên giran li dagirkeran hate xistin.

Êrîşên artêşa dewleta tirk a dagirker ên bi teqemeniyên qedexekirî;

23’ê çileyê li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî ya li herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl çeperên me yên şer carekê bi droneyeke bombebarkirî hate bombekirin.

Êrîşên artêşa dewleta tirk a dagirker;

21, 22, 23, 24 û 25’ê çileyê qada Deşta Kafya ya Garê 13 caran, qadên Dergelê, Serê Metîna, Beşîlî yên Metînayê 5 caran, Geliyê Lolanê û qada Sinînê yên Xakurkê 5 caran, Qada Berxwedanê ya Girê Bahar a li Herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl 3 caran; bi giştî 26 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

24’ê çileyê herêma Xakurkê bi helîkopteran hate bombekirin.

Herêmên Zap, Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl, Metîna û Xakurkê bi topan hatin bombekirin.

Di kemîna PDK’ê de 2 gerîla birîndar bûn

24’ê çileyê saet derdora 11’an hêzên me yên ku bi 2 wesayitan diçûn Girê Amediyê li qada Sergelê ketin kemîna hêzên PDK’ê. PDK li ser rê bi wesayiteke ku doçka li ser bû ketibû kemînê û gule li hêzên me reşand. Li ser vê yekê hêzên me ji wesayitan peya bûn û bersiv dan û demeke kurt şer qewimî. Di vê navberê de balafirên keşfê yên tirk ketin dewrê û li ser herêmê firiyan. Di encama gulereşandina hêzên PDK’ê de 2 hevalên me birîndar bûn, her wiha wesayitên me jî li qadê têk çûn û ji neçarî li cihê bûyerê hatin hiştin. Piştre balafirên şer ên tirk jî destwerdan kirin û bombe li herdu wesayîtan barandin. Bûyer bi vî rengî qewimî.

Daxuyaniya ku li ser vê mijarê bi navê Wezareta Karên Hundir hate dayin bi temamî berevajîkirina rastiyan e. Şer ji ber kemîna ku danîbûn pêşiya hêzên me qewimî. Em li hemberî dewleta tirk a ku Kurdistan dagir kiriye di nava şer de ne. Cihê şermê ye ku di rewşeke bi vî rengî de hêzeke xurt derkeve pêşiya me û xizmetê ji hêzên dagirker re bike. Em hêvîdarim ku rewşeke bi vî rengî careke din dubare nebe. Tevî her tiştî jî em ê helwesta xwe ya berpirsyarane dewam bikin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar